ˊÇareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn di fikrên Rêber Apo de yeˊ

Koma xwendinê ku ji siyasetmedar, mamoste, cotkar û karkeran pêk dihat, Parêznameya Sosyolojiya Azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan xwend.

ˊÇareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn di fikrên Rêber Apo de yeˊ
ˊÇareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn di fikrên Rêber Apo de yeˊ
ˊÇareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn di fikrên Rêber Apo de yeˊ
ˊÇareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn di fikrên Rêber Apo de yeˊ
ˊÇareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn di fikrên Rêber Apo de yeˊ
ˊÇareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn di fikrên Rêber Apo de yeˊ
ˊÇareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn di fikrên Rêber Apo de yeˊ
ˊÇareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn di fikrên Rêber Apo de yeˊ
ˊÇareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn di fikrên Rêber Apo de yeˊ
28 gulan, 2024   22:41
QAMIŞLO

Koma xwendinê ku ji siyasetmedar, mamoste, cotkar û karkeran pêk dihat, li taxa Cudî a bajarê Qamişlo vê hefteyê Parêznameya Sosyolojiya Azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan xwend.

Koma xwendinê ku ji 5 kesan pêk dihat, vê hefteyê Parêznameya “Sosyolojiya Azadiyê”  beşa “Li hember Modernîteya Kapîtalîzmê Modernîteya Demokratîk” xwend û li ser nîqaş kir.

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Arîfe Bekir ku ew jî di koma xwendinê de cîh digire diyar kir ku li bajarê Qamişlo gelek komên xwendinê hatine birêxistinkirin û armanca wan ji xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ew e ku fikrên wî ne tenê bi beşekî re sînordar bimîne, lê bigihîje hemû beşên civakê.

Arîfe Bekir di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Armanca me, tiştê ku Rêber Apo dixwaze ew e ku hişmendiyê bi salan a pergala kapîtalîzmê û dewletê ku di me de ava kiriye em derbas bikin û xwe bigihînin hişmendiyeke demokratîk, azadîxwaz û wekheviyê."

Endamê komê Eyîd Îbrahîm jî bal kişand ser perwerdê û diyar kir ku mabesta wan ji xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ew e ku perwerde ne tenê bi akademiyan sînordar bimîne, bibe malê hemû civakê da ku çanda xwendin û xweperwerdekirinê di civakê de bibe çand.

Eyîd Îbrahîm behsa girîngiya fikrên Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha domand: “Îro em dibînin ku klîta hemû pirsgirêkên herêma Rojhilata Navîn û cîhanê, li cem Rêber Apo ye.”

Koma xwedinê her hefte roja yekşemê dicive û xebatên xwe yên perwerdê dewam dike.

(bm)

ANHA