ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-04-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-04-2024
29 nîsan, 2024   02:00

Parêzeran bang li NY û Rêxistina Mafên Mirovan kir ku madeya 6'an a Danezana Cîhanê ya Mafên Mirovan ji bo doza Rêber Abdullah Ocalan û rawestandina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker, aktîv bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kadar Pîrê diyar kir ku dewleta Tirk li şirîkan digere da ku şerê li dijî Kurdan bike. Her wiha Pîrê Bexda û Hewlêr hişyar kirin ku dewleta Tirk axa Iraqê aîdî xwe dibîne û got PKK li pêş van timayan disekine û divê çareseriyeke adil bi diyaloga li gel Rêber Abdullah Ocalan ji doza Kurd re bê dîtin. (BI WÊNE)

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo sivikkirina tundrawiya malbatên DAIŞ'ê û rê li ber belavbûna fikrê wan di nav kampan de bigire, di nava hewldanan de ye. Ev hewldan jî berdewama xebatên leşkerî yên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên têkoşîna dijî DAIŞ'ê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Meclisa Êla Ereb a Tey destnîşan kir ku yekitiya neteweyî dikare li hember tevahî xeteriyên derve bisekine. Serokê Êla Tey got modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çareya herî guncaw ji bo krîza Sûriyeyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bangîn li hember rewş û nexweşiya xwe serî netewand û nehişt ew rewş li pêş behreya wî bibin astengî, lê hewl da bi vîn û hêza xwe ya têkoşînê hêviyên xwe pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Hesekê û endamên saziyên sivîl sersaxiyê didin malbata şehîd Zozan Hesekê, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Gelan a Demokratîk ji bo nîqaşkirina reşnivîsa Qanûna Dabeşkirina Îdarî li hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweser li Tebaqyê rûniştinekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)