Di roja duyemîn de çalakiyênˊHefteya Wêjeyêˊ dewam kirin

Di roja duyemîn a çalakiyên ˊHefteya Wêjeyêˊ de panel hat lidarxistin û çîrok hatin xwendin.

Di roja duyemîn de çalakiyênˊHefteya Wêjeyêˊ dewam kirin
Di roja duyemîn de çalakiyênˊHefteya Wêjeyêˊ dewam kirin
Di roja duyemîn de çalakiyênˊHefteya Wêjeyêˊ dewam kirin
Di roja duyemîn de çalakiyênˊHefteya Wêjeyêˊ dewam kirin
28 nîsan, 2024   22:40
QAMIŞLO

Çalakiyên ˊHefteya Wêjeyêˊ li Holtêla Êndîwarê ya bajarê Dêrikê ya kantona Cizîrê di roja duyemîn de dewam dikin.

Dîwana Wêjeyê bi beşdariya nivîskar, rewşenbîr û wêjevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ˊHefteya Wêjeyêˊ li dar xist.

Di bernamameya roja duyemîn de bi sernavê ˊDahênan û Weşanˊ panelek hat lidarxistin. Di panelê de Ebdulwehab Bîranî, Aram Elî û Azad Dawûd nîqaş kirin. Her wiha panel ji hêla nivîskar û helbestvan Kemal Necim ve hat birêvebirin.

Beşdarên panelê li ser asta pêşxistina dahênan û weşanê li herêmê di Şoreşa 19ˊê Tîrmehê de axivîn û got divê dahênan û weşan di nava civakê de werin dewlemendkirin û asta wêjeyê were bilindkirin.

Di dawiyê de çîrok hatin xwendin. Çîrokbêj Fatme Murad bi Kurdî û çîrokbêj Cotin Hemê bi Erebî çîrok xwendin.

(fr)