ˊMadeya 6ˊan a Danezana Cîhanê ya Mafên Mirovan aktîv bikinˊ

Parêzeran bang li NY û Rêxistina Mafên Mirovan kir ku madeya 6'an a Danezana Cîhanê ya Mafên Mirovan ji bo doza Rêber Abdullah Ocalan û rawestandina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker, aktîv bikin.

ˊMadeya 6ˊan a Danezana Cîhanê ya Mafên Mirovan aktîv bikinˊ
29 nîsan, 2024   02:35
TEBQA
SELAM KÊREWAN

Dewleta Tirk a dagirker, bêyî tu bertekeke navneteweyî, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan giran dike, qanûn û peymanên navneteweyî bin pê dike. Her wiha tu bersivekê nade bangên gelan ên pêkanîn azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Hiqûqnas Şadî Îbrahîm ê ji kantona Tebqayê diyar kir ku tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan û qedexekirina hevdîtina wî bi malbat û parêzerên wî re, binpêkirina qanûnên navneteweyî û mîsaqên navneteweyî ye.

Îbrahîm wiha domand: "Di raporên rêxistinên mafên mirovan ên ku ji Meclisa Navneteweyî re hatine pêşkêşkirin, di 2 salên dawîn de dewleta Tirk di aliyê binpêkirina mafên mirovan de li ser asta cîhanê ya yekemîn e."

Îbrahîm destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker azadiya nêrîn û mafên mirovî yên girtiyan bin pê dike, bi wê re peymana sereke ya girêdayî vê yekê têk dibe û got: "Ji dema Rêbertî beriya 25 salan ve ji hêla dewleta Tirk ve hatiye revandin, Rêbertî xistiye giravekê û dûrî hêmanên jiyanê hiştiye. Tecrîdeke giran li ser ferz dike."

Îbrahîm wiha li gotina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk a dagirker qanûnên xwe jî bin pê dike. Li gorî madeya 66'an a destûra Tirkiyeyê hemû kesên ku li Tirkiyeyê dijîn Tirk in, bi vî awayî jî ew netewe û olên din ên ku li Tirkiyeyê dijîn tune dike. Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker gihîştine asta derexlaqiyê."

Îbrahîm wiha domand: "CPT'yê serdana Îmraliyê kir da ku rewşa tenduristî ya Rêbertî aşkera bike. Lê belê wê tenê daxuyaniyek da û tu agahî li ser jiyan û tenduristiya wî neda."

Îbrahîm bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Mafên Mirovan kir ku madeya 6'an aktîv bikin û got: "Li gorî wê madeyê her mirovek li her derê bi mafên wî yên kesayeta qanûnî tê îtîrafkirin. Li gorî wê jî Rêbertî kesayetekî siyasî ye û pêwîst e li derveyî dewleta Tirk û li pêşiya dadgeha mafên mirovan û dadgeha navneteweyî be. Pêwîst e dewleta Tirk li ser binpêkirinên wê ji qanûn û peymanên navneteweyî re bê rawestandin."

Her wiha Îbrahîm banga pêşkêşkirina dosyeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo dadgeha navneteweyî kir.

Endamê Însiyatîfa Gel a Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan Yasir Kurdî li ser sedemên tecrîdê wiha axivî: "Ramyar Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha girava Îmraliyê veguhast navenda lêkolînan. Lê belê pergalên ku kar û barên wan dewletan bi rê ve dibe îrade û armancên gelan bi taybet ên jinan û ciwanan temsîl nakin."

Kurdî wiha domand: "Aloziya heyî di navbera 2 projeyan de ye. Projeya modernîteya kapîtalîzmê û modernîteya demokratîk. Projeya yekemîn hewl dide bi rêya parçekirinê tevliheviyê pêk bîne. Projeya duyemîn jî hewl dide bi rêya yekkirina parçeyan di bin siya sîstema konfedraliya Rojhilata Navîn de û bi rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd, yekbûnê pêk bîne."

Kurdî diyar kir ku li paş tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ne tenê rejîma Tirk a dagirker, her wiha pergala cîhanî heye. Ew jî hewl dide nexşeyeke nû li gorî berjewndiyên xwe xêz bike.

Di dawiya axaftina xwe de Kurdî bang li gelên azadîxwaz kir ku asta têkoşînê bilind bikin, fikrên Rêber Abdullah Ocalan belav bikin û bang li hêz û saziyên ku li dijî hêzên hegemonîk tê dikoşin, bikin.

(mh)

ANHA