ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-9-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-9-2025
28 îlon, 2025   02:00

Şêniyên Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne û mafê hêviyê pêk nayne û got "Hêviya me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.” BI WÊNE Û DÎMEN

Di 20’ê Îlonê de li ser asta Sûriyeyê konferanseke jinan li Hesekê hatinû lidarxistin û biryara wê jî têkoşîna ji bo Sûriyeyeke nenavendî û pirreng bû. Jin dê pêngavekê ji bo nenavendîbûna Sûriyeyê bidin destpêkirin û niha komîteya amadekar a vê pêngavê ava dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a Hesekê amedekariyan dike ku dest bi projeyeke bajarê sînayî bike. Di projeyê de 3 hezar û 500 dikan hene. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamê Yekitiya Nivîksarên Ereb a Sûriyeyê Mihemed Ebdulbaqî diyar kir ku pêwistiya gelê Sûriyeyê bi projeyeke nîştimanî ya nûnertiya nêrîn û hêviya hemû aliyan dike, heye. BI WÊNE Û DÎMEN

Di sala hîndekariyê ya 2025-2026`an de, li zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 fakulte, 6 beş û peymangehek hatin zêdekirin. Li van beşan dest bi qebûlkirina serlêdanan hatiye kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Rojnameyên erebî diyar kirin ku hewlên El Şeri ji bo bidestxistina naskirina navneteweyî bi kêşeyên navxweyî re rû bi rû tên, di heman demê de Îsraîlê hewl dide  di nav lawazbûna Şamê de rewşek nû bide ferzkirin. Rojnameyan destnîşan kirin tevî gumanan jî, leza ber bi naskirina dewletek Filistînê ve berdewam dike. Hate gotin,  Tirkiye bi astengiyan re rû bi rû ye ku nahêle  xwe wekî lîstikvanek girîng nîşan bide.

Meclisa Jinan a Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kongreya xwe ya duyemîn bi dirûşma “Jinên civakî misogeriya avakirina şaredariyên demokratîk in” li bajarê Hesekê li dar dixe (9:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongreya Îslama Demokratîk a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji bo ku nêrîna xwe ya siyasî ji bo Sûriyeya nû şîrove bike, li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr, civînekê ji şêniyan re li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Hesekê û Koçberên Efrînê cenazeyên 3 şehîdan li goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiye oxir dikin (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarên Dêrik û Girkê Legê sersaxiyê didin malbata şehîd Zagros (Îmad Emîn Ebûd) li gundê Girê Reş (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarokê Til Koçerê û gundên wê, sersaxî didin şervanê QSD`ê şehîd Mecid Nayif Hiwêce (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Reqayê sersaxî didin malbatên 4 şehîdan ku konê sersaxiyê li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên şHeîdan a bajêr hatiye vedan (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

 Koma Firatiyon bi koorîndeya Navenda Çandê ya Reqayê bi dirûşma “Mîhrîcana Şevên Firatê” li qada Navenda Çandê ya Kevin a li Reqayê mîhrîcanekê li dar dixe (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN