Heftename: Dîplomasiya El Şeri bi pirsgirêkan re rû bi rûye, bandora Tirkiyeyê nemaye

Rojnameyên erebî diyar kirin ku hewlên El Şeri ji bo bidestxistina naskirina navneteweyî bi kêşeyên navxweyî re rû bi rû tên, di heman demê de Îsraîlê hewl dide  di nav lawazbûna Şamê de rewşek nû bide ferzkirin. Rojnameyan destnîşan kirin tevî gumanan jî, leza ber bi naskirina dewletek Filistînê ve berdewam dike. Hate gotin,  Tirkiye bi astengiyan re rû bi rû ye ku nahêle  xwe wekî lîstikvanek girîng nîşan bide.

Heftename: Dîplomasiya El Şeri bi pirsgirêkan re rû bi rûye, bandora Tirkiyeyê nemaye
28 îlon, 2025   06:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di  hefteya derbasbûyî de cih dan rewşa Sûriye, danûstandinên Şam û Îsraîlê, rewşa Filistînê, her wiha danûstaninên Amerîka û Tirkiyeyê.

‘ŞERI JI BO PIŞTGIRIYA NAVNETEWÎ BERÊ XWE DIDE NEW YORKÊ’

Rojnameya El Ereb a li Londonê li ser çûna Ehmed Şeri ya bo New Yorkê nivîsand û diyar kir ku ji ber şerê navxweyî yê ku di navbera salên 2011 û dawiya sala 2024’an de li welêt qewimî, barekî giran ketiye ser milê El Şari, çi di asta aborî, ewlehî yan jî civakî de. Vî şerî birînên kûr li ser tevna civakî ya welêt hiştine.

Çavdêr dibêjin civata navneteweyî heta niha xwest baweriyê û piştgiriyê bide hikumeta nû. Lê hin bûyerên ku di mehên dawîn de li Sûriyeyê qewimîne, çi li peravê be çi jî li Siwêdayê û li başûrê Şamê, bûn astengî li pêşiya El Şeri ku bikare civata navneteweyî razî bike.

DAN Û STANDINÊN DI NAVBERA HIKUMETA VEGUHÊZ A SÛRIYEYÊ Û TEL AVÎVÊ DE

Der barê mijara Sûriyeyê de, rojnameya El Mudun a wiha nivîsand: "Hêzên Îsraîlê derbasî nava herêmên bêçek ên li gorî peymana agirbestê ya 1974`an û yên derveyî wê dibin. Di hevdîtina xwe ya li gel rojnamevanan de, El Şari got ji 8`ê Kanûnê ve Îsraîl zêdetirî 400 caran derbas bûye, her wiha zêdetirî hezar êriş pêk anîne.”

Rojnameyê wiha dewam kir: "Girêdanek di navbera dan û standinan û derbasbûnên Îsraîlê de heye. Derbasbûna bi awayekî azad tê kirin nîşan dide ku Îsraîl dikare rewşekê li ser axa Sûriyeyê ferz bike, ku ev yek jî pozîsyona El Şeri di dan û standinan de qels dike.”

‘NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û NASKIRINA DEWLETA FILISTÎNÊˊ

Rojnameya El Xelîc a Îmaratê bal kişand ser zehmetiyên ku NY pê re rû bi rû ye û naskirina Dewleta Filistînê ku hejmara dewletên alîgir ji 193ˊyan gihaşt 157ˊan, wekî ezmûna herî girîng ji bo rêxistina navneteweyî nirxand.

Rojnameyê da zanîn ku DYA hîna astengiya sereke ya li pêş naskirina dewleta Filistînê di Konseya Ewlehiyê de ye û vetoyê ji bo berjewendiya Îsraîlê her tim bi kar tîne, li Şerîda Xezayê jî bûyerên wek "komkujiyên caran pêk nehatine" hatin wesifkirin ku hejmara miriyên li Xezayê zêdetirî 79 hezaran derbas dike.

Rojnameyê diyar kir ku li ser milê NYˊyê li kêleka doza Filistînê, bi dehan astengiyên dîtir; aloziyên herêmî, şer û krîzên mirovî, dosyayên jîngehê, xurek û tenduristiya cîhanê, barekî giran heye.

‘ERDOGAN LI KOŞKA SPÎ YE’

Rojnameya El Ereb behsa encamên hevdîtina Tirkiye-DYA’yê kir û destnîşan kir ku di demekê de Tirkiyeyê dosyaya Sûriyeyê wek kevirê bingehîn ê timayên xwe yên herêmî dibîne, rêveberiya DYA’yê niha bêyî ku Enqereyê bi awayekî çalak tev lê bike, der barê mijarên hestiyar de yên têkildarî Sûriyeyê tev digere.

Rojnameyê diyar kir ku Washington li ser pêkanîna lihevkirinên yekser di navbera Şam û Îsraîlê de û lihevkirinên Şamê bi hêzên kurdî re dixebite. Enqere jî her xurtkirina rola Kurdan li ser sînorê xwe gefên yekser ên dijî ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne.

Rojnameyê destnîşan kir ku Enqere hewl dide ji vê serdanê sûdê wergire da ku dosyaya girîng a parastinê anku girêbesta balafirên şer ên F-35ˊan bi pêş bixe. Lê xwesteka Trump ji bo piştgiriya girêbestê têrê nake, ji ber ku astengiyên yasayî di nava Kongreyê de û gumanên di nava saziyên ewlehiyê yên DYA’yê de hene. Ev yek jî şiyana sînordar a Tirkiyeyê nîşan dide ku xwe wek lîstikvaneke girîng di mijarên herêmî yên hesas de ferz dike.