ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A  28-8-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A  28-8-2025
28 tebax, 2025   02:00

Namzeta berê ya Serokomariya Sûriyeyê hêviya xwe ya hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re anî ziman û da zanîn ku wê banga aştî û civaka demokratîk şopandiye û ew wekî bangeke rastîn ji bo bidawîkirina şeran û pêkanîna aştiyê li herêmê û bi taybetî li Sûriyê nirixand. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Xebat El Şiêtî, diyar kir ku hêzên wan wê herêmên xwe biparêzin û got: "Ew her dem amade ne bersiva her êrişekê bidin, heya ku Sûriyeke yekgirtî û adilane ava bibe." BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberê nexweşxaneya Şedadê diyar kir ku bûyerên pêvedana dûpişkan li herêmê zêde bûye, bi taybet di dema germa zêde de.  Li gorî rêveberiya nexweşxaneyê mehane nêzîkî 30 nexweşên ji ber pêvadana dûpişkan têne nexweşxaneyê. BI WÊNE Û DÎMEN

Ciwanên bajarê Kobanê destnîşan kir ku ew dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Di hevdîtina şandeya Rêveberiya Xweser û Amerîkayê ku li Urdunê hat pêkanîn de, mijarên entgrasyona demokratîk û sîstema nenavendî hat gotûbêjkirin. Her wiha tê ragihandin ku di dema bê de wê hevdîtin li gel hikûmeta Şamê pêk werin.

Meclisa Ol û Baweriyan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê paneleke diyalokê ji bo nîqaşkirina pirojeya destûra Sûriyeyê û hevgirtina wê bi hemû çand û pêkhateyan re li bajarê Hesekê li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi dirûşma ‘’Bi pêşengiya Jinan, em ê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin’’ komxebateke diyalogê li avahiya Yekitiya Parêzeran a bajarê Hesekê li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Ragihandina Azad, li kantona Firatê li ser gotinên nefret û kîndariyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rola ragihandinê di vê mijarê de, li Komîteya Lihevanînê ya bajarê Kobanê semînerekê dide (11:00). Bi WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo, jibo bîranîna şehîdên meha Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê ku li cih û demên cûda de şehîd bûne li goristana şehîd Delîl Seroxan merasîmekê li dar dixe (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi beşdariya şêniyên bajarê Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temirê çalakiyekê li dar dixe (18:00) BI WÊNE Û DÎMEN