Lîstika xeternak a Bexdayê ya li dijî Hewlêrê: Nêrînek ji Ermenistanê - Borîs Murazî

Lîstika xeternak a Bexdayê ya li dijî Hewlêrê: Nêrînek ji Ermenistanê - Borîs Murazî
26 mijdar, 2026   10:01

Piştî 21 salan ji pejirandina destûrî ya xweseriya Kurdistanê li Iraqê, îro ev herêm bi astengiyên jeopolîtîk ên pir cidî re rû bi rû ye. Guhertina hevsengiya hêzan li herêmê, bidawîhatina hebûna leşkerî ya Amerîkayê û siyaseta navendîkirina desthilatê ya Bexdayê, dikarin pergala siyasî û sazûmanî ya ku di salên dawî de ava bûye, bixin xeterê.

Êdî mijar tenê nakokiyên darayî, aborî yan hiqûqî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de nîn e. Hêmanên bingehîn ên ku hebûn û berdewamiya xweseriya Kurdistanê misoger dikin, dikarin bikevin bin xeterê.

Yek ji qonaxên herî girîng ên dîrokî di pêvajoya avabûna statuya îroyîn a xweseriya Kurdistanê de, “Operasyona Enfalê” bû ku di sala 1988’an de ji aliyê rejîma Seddam Huseyîn ve li dijî gelê Kurd hat kirin û paşê wek jenosîd hat naskirin.

“Enfal” ne tenê bû sedema windahiyên mezin ên mirovî û wêrankirina bi hezaran gundan, lê nêrînên der barê avaniya dewleta Iraqê û ewlehiya gelê Kurd di çarçoveya vê dewletê de jî bi awayekî bingehîn guherandin.

Vê jenosîdê pirseke girîng anî ser rojeva siyaseta navneteweyî; gelo ewlehiya gelê Kurd li Iraqê bêyî statuyeke siyasî ya taybet, mafên bi awayekî aşkera diyarkirî û mekanîzmayên bibandor ên xwerêvebirinê dikarin werin garantîkirin?

Şert û mercên jeopolîtîk ên piştî sala 1991’an derfet dan ku pergala xwerêvebirina de facto were avakirin. Hilweşandina rejîma Seddam Huseyîn di sala 2003’yan de jî rê li ber pejirandina destûrî ya vê pergalê vekir.

Bi destûra Iraqê ya sala 2005’an, Kurdistan wek herêmeke federal hat naskirin, bi desthilatên xwe yên qanûndanînê, rêvebirinê û dadweriyê, her wiha bi mafê hebûna hêzên ewlehiya navxweyî.

Bi vî awayî, avabûna xweseriya Kurdistanê dikare ne tenê di çarçoveya prensîba diyarkirina çarenûsa xwe de, lê her wiha di çarçoveya pêşîgirtina li dubarebûna jenosîdê û misogerkirina ewlehiya herêmî de were nirxandin.

Hilweşandina rejîma Seddam Huseyîn, hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê û hebûna çavkaniyên aborî derfet dan ku li Herêma Kurdistanê saziyên rêveberiya dewletê bên avakirin û pêşketina aborî pêk were.

Di şert û mercên jeopolîtîk ên pir tevlihev ên Rojhilata Navîn de, li Herêma Kurdistanê modeleke rêvebirinê ya bi nisbetî bibandor ava bû. Her çend herêm ji aliyê hiqûqî ve beşeke Iraqê ma, lê di pratîkê de wek yekeyeke siyasî, aborî û îdarî ya serbixwe dest bi xebatê kir û gelek taybetmendiyên dewletbûna de facto bi dest xistin.

Di 10 salên borî de, ev pergal bi gelek qeyranan re rû bi rû ma. Şerê li dijî “Dewleta Îslamî”, bûyerên piştî referandûma serxwebûnê ya sala 2017’an, windakirina kontrola Kerkûkê û nakokiyên darayî û aborî yên domdar bi Bexdayê re, ji wan ceribandinên giran bûn.

Tevî van hemû qeyranan, saziyên bingehîn ên xweseriyê karîbû hebûn û xebata xwe bidomînin.

Îro, piştî 21 salan ji pejirandina destûrî ya xweseriya Kurdistanê, rewşeke nû ya jeopolîtîk ava dibe ku dikare hevsengiya hêzên siyasî yên navxweyî li Iraqê bi awayekî bingehîn biguherîne.

Xetera şerekî berfireh li Rojhilata Navîn berdewam e. Di heman demê de, bi kêmbûna hebûna leşkerî ya Amerîkayê re, di helwesta siyasî ya Washingtonê de meyla destwerdanê nekirin, di nakokiyên navxweyî yên Iraqê de tê dîtin.

Ji perspektîfa zanista siyasetê ve, di têkiliyên di navbera du aktorên siyasî de ku xwedî kapasîteyên nehevseng ên hêzê ne, bêalîbûna aktoreke derveyî, dikare bibe sedema xurtbûna pozîsyonên aliyê bihêztir.

Di vê çarçoveyê de, kêmbûna tevlêbûna Washingtonê ji bo Bexdayê derfetên nû yên navendîkirina desthilatê diafirîne, ji bo Hewlêrê jî xetera lawazbûna garantiyên siyasî û ewlehiyê yên derveyî pêk tîne.

Daxwazên Bexdayê ji bo berfirehkirina kontrola federal li ser dergehên sînorî û sektora petrolê divê di çarçoveya van guhertinên jeopolîtîk de bên nirxandin.

Desthilatên federal helwesta xwe bi pêwîstiya xurtkirina serweriya dewletê û kontrola çavkaniyên neteweyî ve girê didin. Li Hewlêrê jî ev pêvajo wek sînordarkirina desthilatên destûrî yên xweseriyê tê nirxandin.

Kontrola dergehên sînorî û sektora petrolê ji hêmanên herî girîng ên serxwebûna aborî û aktorbûna siyasî ya xweseriya Kurdistanê ne. Windakirina wan dikare kapasîteya dan û standinên siyasî ya Hewlêrê bi awayekî cidî sînordar bike.

Xweseriyeke ku ji serxwebûna aborî bê par bimîne, dikare bi demê re serxwebûna xwe ya siyasî jî winda bike.

Heke pêvajoya navendîkirina desthilatê berdewam bike, ne dûrî îhtîmalê ye ku di qonaxên paş de mijara ji nû ve nirxandina statuya hêzên çekdar ên Kurd, bêçekkirina wan an jî bi temamî girêdana wan bi pergala leşkerî ya Iraqê ve, bikeve rojevê.

Di encama senaryoyeke wiha de, xweserî dikare hebûna xwe ya de jure (qanûnî) biparêze, lê de facto (pratîkî) ji amûrên bingehîn ên ku naverokê didin xweseriyê bê par bimîne.

Ev nayê wê wateyê ku desthilata îroyîn a Bexdayê dixwaze siyaseta Seddam Huseyîn dubare bike. Ji bo îdiayeke wiha delîlên têr tune ne. Lê ji perspektîfa têkiliyên navneteweyî û pêşîgirtina li jenosîdan ve, pêwîst e ne tenê niyetên desthilatên heyî, lê her wiha şert û mercên sazûmanî yên ku di paşerojê de dikarin rê li ber tundûtûjiya girseyî vekin, bên nirxandin.

Tecrubeya dîrokî ya Iraqê nîşan dide ku navendîkirina zêde ya desthilatê û nebûna garantiyên ewlehiyê ji bo gelên cuda dikarin encamên felaketbar bi xwe re bînin.

Di rewşa heyî de, xwezaya têkiliyên di navbera hêzên siyasî yên Kurd de girîngiyeke taybet bi dest dixe. Derbaskirina nakokiyên navxweyî û avakirina rojeveke hevpar li ser parastina statuya îroyîn a xweseriyê dikarin bandoreke girîng li ser pêşketinên paşerojê bikin.

Dema ku hebûn û berdewamiya pergaleke siyasî bikeve xeterê, serkeftina taktîk a yek ji hêzên siyasî yên di çarçoveya wê pergalê de dixebitin, dikare di şertên têkçûneke stratejîk a giştî de wateya xwe winda bike.

Nîşanên hevkariyê yên ku di demên dawîn de di navbera hêzên siyasî yên sereke yên Kurd de tên dîtin, dikarin nîşana têgihiştina gefên hevpar bin. Lê ji bo îstîqrara demdirêj, ne tenê lihevkirinên demkurt, belkî lihevkirineke siyasî li ser berjewendiyên bingehîn ên xweseriyê jî pêwîst e.

Her gaveke girîng a paşve ji statuya heyî dikare encamên zincîreyî bi xwe re bîne. Sînordarkirina desthilatên aborî dikare bibe sedema kêmbûna serxwebûna siyasî û kêmbûna serxwebûna siyasî jî dikare garantiyên ewlehiyê lawaz bike.

Hêmana din a girîng a vê pirsgirêkê tevlêbûna civaka navneteweyî ye.

Nirxandina nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de tenê di çarçoveya têkoşîna ji bo çavkaniyên aborî yan desthilatên îdarî de dikare bibe sedema têgihîştineke netemam a rewşê.

Mijara parastina xweseriya Kurdistanê dikare ji aliyê civaka navneteweyî ve wek pirsgirêkeke pêşîgirtina li jenosîdan jî were nirxandin, bêyî ku ev nirxandin bi helwestên siyasî yên têkildarî avakirina dewleteke serbixwe ya Kurd ve girêdayî be.

Parastina yekparebûna axa Iraqê û misogerkirina berdewamiya xweseriya Kurdistanê armancên siyasî yên li dijî hev nîn in. Berevajî, pergaleke federal a bibandor dikare bibe yek ji garantiyên demdirêj ên yekitiya Iraqê û îstîqrara navxweyî ya wê.

Di vê çarçoveyê de, pêvajoya naskirina navneteweyî ya jenosîda “Enfalê” dikare girîngiyeke siyasî ya nû bi dest bixe. Naskirina jenosîdan divê tenê bi vegerandina edaleta dîrokî re sînordar nemîne. Ew divê her wiha beşdarî avakirin û parastina mekanîzmayên sazûmanî yên ku pêşî li dubarebûna sûcên bi vî rengî digirin, bibe.

Di heman demê de, misogerkirina berdewamiya xweseriyê divê di çarçoveya parastina maf û garantiyên ewlehiyê yên hemû gelên herêmê, di nav de Êzidî, Asûrî û Tirkmen, were nirxandin.

Di rewşa heyî de, du faktor dikarin ji bo paşeroja xweseriya Kurdistanê xwedî girîngiyeke bingehîn bin: yekîtiya hêzên siyasî yên Kurd û anîna tecrubeya dîrokî ya jenosîda Enfalê, her wiha xetera muhtemel a dubarebûna wê, ser rojeva navneteweyî.

Ev her du faktor dikarin bibin mertalên siyasî ji bo parastina statuya heyî ya xweseriyê.

Xweseriya Kurdistanê ne tenê yekeyeke siyasî ye ku di şert û mercên jeopolîtîk ên guncaw de ava bûye. Ew her wiha pergaleke ewlehiyê ye ku di encama trajediyeke dîrokî de hatiye avakirin û berdewamiya wê ji bo îstîqrara navxweyî ya Iraqê û ewlehiya herêmî xwedî girîngiyeke mezin e.

Ji ber vê yekê, mijara paşeroja xweseriya Kurdistanê divê ne tenê ji perspektîfa diyarkirina çarenûsa xwe an rêveberiya dewletê, lê her wiha ji perspektîfa pêşîgirtina li jenosîdan û misogerkirina îstîqrara herêmî were nirxandin.

Tişta balkêş ew e ku hîn berî van pêşketinan, me li Ermenistanê, wek komeke destpêşxer, li ber Meclisa Neteweyî ya Komara Ermenistanê mijara naskirina jenosîda ku di çarçoveya operasyona Enfalê de li dijî gelê Kurd hat kirin, raber kiribû.

Di şert û mercên geopolîtîk ên heyî de, ev destpêşxeriya li Ermenistanê dikare girîngiyeke siyasî ya nû bi dest bixe û bibe yek ji gavên yekem ên anîna vê pirsgirêkê ser rojeva navneteweyî.