Dengbêj Rifetê Darî li Qamişloyê hat bibîranîn

Hunermend û şêniyên bajarê Qamişlo hunermend û dengbêjê Kurd Rifetê Darî li ser gora wî bi bîranîn.

27 tebax, 2025   22:05
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 35'emîn a koçkirina dawî ya hunermend û dengbêjê Kurd Rifetê Darî bi pêşengtiya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Yekitiya Hunermendan a Kantona Cizîrê, hunermend û şêniyên bajarê Qamişlo serdana gora wî ya li goristana taxa Hilêliyê kirin.

Li ser gorê behsa xebatên hunerî yên dengbêj Rifetê Darî û mohra ku li pey xwe ji bo civakê hiştiye, hate kirin.

Piştre Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Yekîtiya Hunermendan a Kantona Cizîrê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo ji bo hunermendê nemir Rifetê Darî merasîmek li dar xist.

Merasîm bi beşdariya hunermendên herêmê, hezkiriyên Rifetê Darî û şêniyên Qamişloyê, bi deqeyeke rêzigirtinê dest pê kir.

Paşê Cîgirê Hevserokatiya Destaya Çandê ya Kantona Cizîrê û Hunermend Danîş Botan axivî û diyar kir ku divê stranbêjên ku bi salan zimanê Kurdî ji bo civaka xwe parastiye, nayên jibîrkirin û got Rifetê Darî û gelek hunermendên din nasnameya çandî ya Kurd parastine.

Li ser navê malbata dengbêj Rifet Darî kurê Apê wî Mehmûd Darî axivî û destnîşan kir ku Rifetê Darî ji hunerê re gelek hez dikir, 35 sal bi ser koça wî ya dawî re derbas dibe, lê hunera Rifatê Darî hîn di dilê hezkiriyên wî de zindî ye û dengê wî hîn di hişê mirovan de deng vedide û got: "Hunera bi rêyeke rast qet namire û di nav nifşan de nemir dimîne".

Der barê jiyana hunermend û dengbêjê Kurd de Rifetê Darî senfîzyonek hate pêşandan.

Dûra ji bo bîranîna Rifetê Darî hunermend Zêdan Osman strana bi navê `Hey lo Delal` ,Hunermend Mehmûd El-Şakir strana bi navê `Rêwiyo`, neviya Rifetê Darî hunermend Evîn Darî strana bi navê `Zirav`, kurê birayê Rifetê Darî hunermend Luqman Darî strana bi navê `De Lê Lê` û hunermend Imad Darî strana bi navê `Li min û vî dilî` gotin.

Di dawiyê de malbata Darî, hevalê hunermend Rifetê Darî hunermend Şefîq Mehmud, Newaf Şerîf û Hisên Tofo xelat kir.

Hunermend Rifetê Darî sala 1934'an li gundê Dara yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Bi malbata xwe re koçberî Rojavayê Kurdistanê bûye û li gundê Xirba Korma yê bajarê Amûdê bi cih bûye û piştre li gundê Hasdayê bi cih bûye. Rifet Darî 27'ê Tebaxa 1990`î de koça dawî kir.

Hunermend Rifat Darî bi stranên destanî, mîrasî, çîrokên evîn û şer ên wekî; Fatma Salih Axa, Besna Xelîl, Hemdîn û Şemdîn navdar e. 

)ah/şx)

ANHA