Li Şamê bi şûran bi ser malan de girtin

Çekdaran bi şûran ketin malên sivîlan li herêma Sûmeriye ya Şamê û 2 ciwan girtin. Kaxizên mulkiyetê yên şêniyan parçe kirin.

Li Şamê bi şûran bi ser malan de girtin
27 tebax, 2025   22:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çekdarên girêdayî Hikumeta Şamê bi şûran bi ser malên welatiyên li taxa Şehîdan a herêma Sûmeriye ya Şamê de girtin û 2 ciwan revandin. 

SOHR`ê da zanîn ku çekdaran kaxizên mulkiyetê yên xwediyên malên bi ser wan de girtin, parçe kirin.

Di vê dawiyê de nîşane li ser gelek malan hate dayîn ku dê werin desteserkirin. Li gorî SOHR`ê her du ciwan birine navenda polîsan a li Geraca Sûmeriye.

2`yê Tîrmehê SOHR`ê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên xwecih, ragihandibû ku kesek bi navê “Emîr” ê ku berpirsê taxa Sumeriye ye, bi hicetên ewlehiyê û beyî ku cihên din ji malbatan re eyar bike, muhlet daye 300 malbatên li taxê ji bo ku di 72 saetan de ji malên xwe derkevin. Dema derketine jî nehiştiye ku şênî eşyayên xwe yên di malê de bi xwe re bibin.

(şx)