ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-11-2025
28 mijdar, 2025   02:00

Nivîskarên Hesekê girîngî bi domandina diyaloga di navbera Rêber Abdullah Ocalan û komîsyona parlamentoyê de da. Her wiha diyar kirin ku divê naveroka diyaloga bi awayekî rastîn ji bo raya giştî were aşkerakirin û gavên pratîk, wekî guhartina destûrê û derfetdayîna Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku di parlamentoyê de peyamê bide, werin avêtin. Bi WÊNE Û DÎMEN.

Stasyona Firatê ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê, ji xizmetê derket û hişyarî hat dayîn ku ger kêmbûn dewam bike, ji bo 11 hezar hektar zeviyên çandiniyê metirsî zêde ye. Bi WÊNE Û DÎMEN.

Şêniyên bajarê Çilaxa di Cejna Berxwedana Neteweyî de soza domandina têkoşînê û parastina destkeftiyan dan û got, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsogeriya serxistina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Bi WÊNE Û DÎMEN.

Li gorî bûyeran, hikumeta veguhêz a Sûriyeyê piraniya xalên peymana 10'ê Adarê paşguh kirine û pêk neanîne û tenê girîngî daye mijara entegrasyona QSD'ê. Di encamê de êriş nehatin rawestandin û alozî û koçberî zêde bûn. Li hemberî wê Rêveberiya Xweser hewldanên xwe yên pêşxistina vê peymanê û encamdana peymaneke giştî, didomîne.

Tevgera PKK’ê ku bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan wek ciwanên ronakbîr derket ser dika dîrokê, di warê rewşenbîriyê de şoreşek pêk anî. Nifşekî têgihiştî, zana, afirîner û jixwebawer afirand.

Şaredariya Gel a Amûdê dest bi xebata sûka hal (sebze) a nû kir. Di sûka nû de dikanên taybet ji bo firotina sebze û fêkiyan dê werin vekirin. Bi WÊNE Û DÎMEN.

Cenazeyê endamê TEV-DEM’ê Raxim Mihemed Hesraî li Pakrewangeha Şehîdên Sivîl (Leyla Tahir) a bajarê Qamişloyê tê oxirkirin. (11.00) Bi WÊNE Û DÎMEN.

Şaredariya Gel a bajarê Girkê Legê ya kantona Cizîrê holeke werzîşê bi navê Avaşîn vedike. (17.00) BI WÊNE Û DÎMEN.

 ANHA