Li Minbicê hêrsa li dijî çeteyan

Şêx û rûspiyên bajarê Minbicê ku li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker rabûn hişyarî da ku paşguhkirina banga dê bi rageşiyeke mezin rû bi rû were.

Li Minbicê hêrsa li dijî çeteyan
27 mijdar, 2025   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Minbicê piştî qetilkirina ciwanê bi navê Abdullah Mûsa (17 Mijdar 2025) ji aliyê çeteyekî ve, hêsa gel zêdetir bû.

Li bajar û gundewarê Minbibcê li dijî binpêkirin û sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker gelek xwepêşandan hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan de banga rawestandina binpêkirinan û hesabpirsîna ji sûcdaran hatin kirin.

Li navenda bajar xizmên û eşîra Abdullah El Mûsa (Eşîra El Ewn) xwepêşandan li dar xist.  Sêx û rûspiyên qebîleya Benî Seîd jî bi nameyekê bang li serçeteyan kir ku sûcên xwe rawestînin û hesab ji sûcdaran bixwazin. Şêx û rûspiyan hişyarî da ku paşguhkirina banga û domandina binpêkirinan dê bi rageşiyeke mezin rû bi rû were.

Li gorî nûçegihanê me, eşîran diyar dikin sozên serçeteyan ku dibêjin dê dawî li tevliheviyê bînin pûç in, nemaze ku kujerên Abdullah El Mûsa piştî 10 rojan ku kuştina wî hat girtin. Ev jî dide diyarkirin ku niyeta çeteyan a hesabpirsînê tune ye.

(bb)