Şêx Xezal Xezal: Gefa kuştinê li min dixwin

Serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyên li Sûriye û Diaspoaryê Şêx Xezal Xezal diyar kir ku gefa kuştinê lê hatiye xwarin û anî ziman ku gef helwesta wî naguherîne.

Şêx Xezal Xezal: Gefa kuştinê li min dixwin
27 mijdar, 2025   23:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyên li Sûriye û Diaspoaryê Şêx Xezal Xezal ji rojnameya El Nehar re axivî. Şêx Xezal Xezal diyar kir ku ji ber banga wî ya xwepêşandanên aştiyane li dijî zulm û binpêkirinan, gefa kuştinê lê hatiye xwarin.

Şêx Xezal Xezal got: "Ji kêliya ku min dengê heqiyê li hemberî neheqeiyê bilind kir ve, gef dest pê kirin."

Şêx Xezal destnîşan kir ku li hemberî gef û zextan helwesta wî sabit e û got: "Tu hêz li cîhanê nikare helwesta min bide guhertin an min dengê min ku ji roja yekemîn ve bilind kiriye, bibire."

Hêjaye bibîrxistinê ye ku Serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyên li Sûriye û Diaspoaryê Şêx Xezal Xezal 24’ê vê mijdarê li dijî binpêkirinên li herêmên hikumeta veguhêz û êrişên komên çekdar ên li ser taxên Elewiyan ên bajarê Humsê banga xwepêşandanên aştiyane kiribû.

Li ser vê banga Şêx Xezal Xezal li Hums, Hema û herêmên perava Sûriyeyê bi hezaran kes xwepêşandanên aştiyane li dar xistin û daxwaza federaliyê kirin.

(bb)

ANHA