ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-06-2026
28 hezîran, 2026   02:00

- Şêniyên Girkê Legê pêşwaziya biryara naskirina bawernameyên Rêveberiya Xweser kir û xwest bawernameyên zanîngeh û peymangehên Rojava jî werin qebûlkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Herêma Cizîrê li sêgoşeya Tirkiye-Iraq-Sûriyeyê ye. Bi vekirina deriyê Til Koçer û çalakkirina rêya M4 re Cizîr êdî bazirganî û enerjiya Rojhilata Navîn dikare bi Deryaya Spî ve girê bide.

- Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) destnîşan kir ku xebatên wan tenê bi belgekirinê re sînordarkirî nîn in, ji bo avakirina çapemeniyeke demokratîk û azad ku bibe jêderek ji bo hemû jinan û dengê jinan bike yek, dixebite. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şervanên YPJ‘ê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) diyar kir ku YPJ hêzeke leşkerî tênê nîn e, lê belê nasnameyek û civakeke yekgirtî ye û bang li jinên li Rojava û tevahiya Sûriyeyê kir ku yekitiya xwe bi hêz bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Li gundewarên Hesekê yên li qiraxên Çemê Xabûrê piştî ku ava çem zêde bû, masîvanî jî geş dibe. BI WÊNE Û DÎMEN

- Li devera Aliyan a li gundewarên Çilaxa hilberîna sebzeyên havînê stûna çandinî û debara jiyanê ya sereke ye. Lê lêçûnên zêde û kêmbûna piştgiriya çandiniyê zehmetiyên cotkaran zêde dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Îsraîl ditirse ku destwerdana Sûriyeyê li Lubnanê dê bandora Tirkiyeyê li ser sînorê wê yê bakur zêde bike. Li aliyekî din Beyrût dikare bibe meydaneke şer a mezin. Li Irqaê jî nakokiyên nû yên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) de hewldanên ji bo avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê rawestandiye.

- Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Til Temirê ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên siyasî yên dawî li herêmê civîneke berfireh li parka Meclisa Malbatên Şehîdan li dar dixe, saet 18.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Xelkê bajarê Hesekê şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) di civînekê de li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr tê bibîranîn, saet 10.00ˊan. Kongra Star li bajarên Tirbespiyê û Amûdê li Nivîsgehên PYDˊê yên her du bajaran civûnan bi heman boneyê li dar dixe, saet 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN