ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-05-2026
28 gulan, 2026   02:00

- Malbatên şehîdan hewldanên hikumeta demkî yên guhertina navên dibistanan ên bi navên şehîdan red kir û got destdirêjiya li goristanan û nixên şehîdan destdirêjiya li hafîzeya şoreşê û keda zarokên wan e. BI WÊNE Û DÎMEN

- Nivîskar û dîroknas Biradost Mîtanî anî ziman ku naskirina zimanê kurdî ne tenê gaveke çandî ye, lê naskirineke destûrî û siyasî ya hebûna gelê Kurd û mafên wê yên neteweyî yên rewa ye. Mîtanî destnîşan kir ku her destûreke mafên zimanê kurdî mîsoger neke ne adilane ye û dê tevkariyeke rasteqîne di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de pêk neyne. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şêniyên ji bajarê Çilaxayê diyar kir ku fermîkirina mafên gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyeyê de mafekî rewa û bingehîn e û her hewldanek paşguhkirinê red kir. BI WÊNE Û DÎMEN

- Barana têrker îsal li Rojavayê Kurdistanê demsalek dirêj û xweştir da jiyankirin. Beriya kelekela germa havînê, dîmenên dawî yên buharê, hînkahiyekê dide mirovan.   BI WÊNE Û DÎMEN

- Siyasetmedaran tayînkirina nûnerên parêzgeha Hesekê yên parlamentoya hikumeta demkî rexne kir û got tayînkirin ne ji bo Kurdan û ne jî civaka xwecih adilane ye. BI WÊNE Û DÎMEN

- Endamê Rêveberiya Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim, di Konferansa 8ˊemîn a Aborî, Rêveberî û Siyasetê li bajarê Szczecê yê Polonayê hat lidarxistin de  diyar kir ku beşdariya wan hişt ku asoyên hevkariya akademîk ji Polonyayê heta bi dewletên Ewropayê berfirehtir bibe. BI WÊNE Û DÎMEN