Artêşa Iraqê li Kerkûkê hejmare DAIŞˊî girt

Artêşa Iraqê li Kerkûkê operasyoneke ewlehiyê pêk anî, hejmarek çeteyên DAIŞˊê girt û veşartgehên wan wêran kirin.

Artêşa Iraqê li Kerkûkê hejmare DAIŞˊî girt
27 gulan, 2026   23:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyoneke ewlehiyê ya artêşê li Kerkûkê de hejmarek çeteyên DAIŞˊê hat girtin.

Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku li gorî agahiyên îstîxbaratî yên teqez operasyon pêk hat, hejmarek mêvanxaneyên ku weke veşartgeh û navendên piştevaniya lojistî yên çeteyên DAIŞˊê dihatin bikaranîn hat wêrankirin û teqandin.

Wezaretê amaje pê kir ku operasyonên ewlehiyê li hemû deverên Iraqê bi armanca rêgirtina li hewldanên jinûve çalakirina çeteyên DAIŞˊê berdewam in.

(fr)