ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-04-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-04-2024
28 nîsan, 2024   02:00

Yûnis Hac Silo 3 caran bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye. Silo got ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji wan re bûne bingeh. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li herêmên dagirkirî pevçûn û nakokiyên navbera komên çeteyan û dewleta Tirk kûr dibin. Lewma Tirkiye hewl dide van çeteyan ji nûve rêxistin bike. Lê dijberiyên wê jî zêde ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li başûrê Reqayê darên berhemdar gelekî tên çandin û ji bo peydakirina rêgeza xwetêrkirinê bi roleke girîng radibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de serdana Erdogan a li Iraqê, şerê Îsraîl û Hemasê û geşedanên Yemenê nirxandin. (BI WÊNE)

Xelkê Hesekê şehîd Zozan Hesekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê oxir dike, saet 10:00ˊan, her wiha xelkê Tirbespiyê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Dilşad Hesen li Goristana Şehîd Dilşêr oxir dike, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN) Êla El Cihêş a Ereb li gundê Xemayil ê bakurê Hesekê Mîhîrcana Hespên Esîl ên Erebî li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Çand û Hunerê ya kantona Reqayê bi diruşma ˊJidayikbûna xwezayêˊ li hola Hunera Şêwekariyê ya navenda çandê pêşangeha hunera şêwekariyê li dar dixe, saet 10:00ˊan. Dê pêşangeha 3 rojan dewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê bi hevkariya navenda çandê ya Reqayê ji bo bîranîna Foziye El Mirî li navenda çandê ya Reqayê şahiyekê li dar dixe, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê li gundê Helîsa merasîma xiyabî ya şehîd Rênas Amed li dar dixe, saet 16:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiyên Dêwana Wêjeyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe ya duyemîn a Hefteya Wêjeyê de li hotela Eyn Dîwar ê Dêrikê ya kantona Cizîrê de dewam dikin, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)