Dewleta Tirk çeteyan ji nû ve rêxistin dike

Li herêmên dagirkirî pevçûn û nakokiyên navbera komên çeteyan û dewleta Tirk kûr dibin. Lewma Tirkiye hewl dide van çeteyan ji nûve rêxistin bike. Lê dijberiyên wê jî zêde ne.

Dewleta Tirk çeteyan ji nû ve rêxistin dike
Dewleta Tirk çeteyan ji nû ve rêxistin dike
Dewleta Tirk çeteyan ji nû ve rêxistin dike
Dewleta Tirk çeteyan ji nû ve rêxistin dike
Dewleta Tirk çeteyan ji nû ve rêxistin dike
Dewleta Tirk çeteyan ji nû ve rêxistin dike
28 nîsan, 2024   04:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Komên çete yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine avakirin û li herêmên dagirkirî (Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus, Girê Sipî, Serêkaniyê) hatine bicîhkirin, di nava xwe de û bi avakarê xwe, ya bi Tirkiyeyê ketine rikberiyek kûr. 

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê û herêmî, dewleta Tirk a dagiker jî, li gorî berjewendiyên xwe û siyaseta xwe ya derve her carê rengekî nû dide çeteyan, lewma dijberiya wê mezin dibe.

2017’AN ANÎN CEM HEV

Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Suriyeyê ve dest bi avakirina komên çeteyan kir û di sala 2017’an de di bin navê ‘Artêşa Niştimanî ya Suriyeyê!’ de anîn cem hev.  Di vê çarçoveyê de 41 kom wekî 3 feyleq (kolordu) hatin rêxistinkirin.

Di sala 2018’an de beriya dagirkirina Efrînê hinek komên biçûk ku Tirkiye ew wekî nakokî didîtin, di nava komên mezin de hatin helandin û hejmara wan daxist 36’an.

Beriya dagirkerina Efrînê dewleta Tirk a dagirker careke din ev kom di ber çavan re derbas kirin û hejmara komên di feyleqa yekemîn de ji 14’an daxist 6’an. Li gorî çavkaniyan komên di feyleqa yekemîn de wekî ku Tirkiye dixwest tevnegeriyan û nakokiyên wan hebûn, lewma mudaxele kir. Komên ku nakokiyan dijîn, di nava yên din de hatin helandin.

Di vê çarçoveyê de koma bi navê Ceyş El-Ehfad di nova Koma Suleyman Şah de hat helandin. Komên ku tam neketine bin kontrolê di feyleqên 2’yemîn û 3’yemîn de hatin komkirin.

PIŞTÎ DAGIRKIRINA SERÊKANIYÊ

Piştî dagirkirina Serêkaniyê (2019) careke din di nava komên çeteyan de guhertin hatin çêkirin. Dewleta Tirk bi riya MÎT’ê plan kir ku komên Turkmenî li ser hemû komên din serwer bike. Di çarçoveya vê planê de gelek çete şandin Lîbya, herêma Qerebax a ku bûye sedema şerê Azarbaycan û Ermenîstanê.

Li gorî planên MÎT’ê, komên di feyleqa yekemîn de yên wekî Ehrar El Şerqiye, Ceyş El-Şerqiye û Firqeya 20’an wekî Tevgera Tehrîr û Bînaa hatin rêxistinkirin. Piraniya van koman bi komên din û dewleta Tirk re di nava nakokiyan de ne.

Komên wekî Ferqet El-Hemzet, Firqet El-Mutesim, koma Suleyman Şah û koma Sultan Murad ku di feyleqa duyemîn de cih digirin, bi navê Tevgera Saîrun hatin kom kirin.

Komên di feyleqa sêyemîn ku Cephe El-Şamiye li ser wan serwer bû, wekî Tevgera El-Ezim hatin komkirin.

NAKOKIYÊN ÇETEYAN

Piştî van guhertinan di nava çeteyan de nakokî zêdetir bûn. Her herêmek dagirkirî ket bin kontrola van çeteyan (tevgeran) û xwe wekî xweser nîşan dan.

Vê yekê planên dewleta Tirk a dagirker pêk ne anîn, lewma mudaxele kir û ev navên ku nû hatine diyar kirin (tevger) ji holê rakirin û xwest hemuyan dîsa bi navê Artêşa Niştimanî ya Suriyeyê! de kom bike.

PÊWENDIYÊN TIRKIYE-ŞAM Û BANDORA LI ÇETEYAN

Di sala 2023’yan de dewleta Tirk a dagirker piştî hilbijartinên serokomariyê, bi hikûmeta Şamê re ket nava pêwendiyan. Tirkiyeyê hewl da ku nakokiyên xwe yên bi welatên Ereban re çareser bike, lewma polîtîkaya xwe ya derve guhert. Ev siyaseta dewleta Tirk di nava hinek komên çeteyan de bû sedema metirsî, nakokî û bêbaweriyê. Hinek koman diyar kirin ku Tirkiyeyê ew firotine.

Komên weke Cephe El-Şamiye, Ceyş El-Îslam, ji feyleqa yekemîn Ehrar  El-Şam, ji feyleqa duyemîn Firqet El-Mutesim li dijî siyaseta Tirkiyeyê derketin û nerazîbûn nîşan dan.

Komên wekî Sultan Murat, Firqet El-Hemze, Firqet Suleyman Şah piştgirî da Tirkiyeyê.

Komên bi navê Ehrar El-Şerqiye, Feyleq El-Şam û Feyleq El-Rehman jî xwe wekî bê alî nîşan dan.

PEVÇÛNÊN ÇETEYAN Û BERBELAVBÛNA HTŞ’Ê

Piştî van nakokî û dijberiyan di navbera komên çeteyan de piraniya sala 2023’yan de pevçûn derketin. Li gorî çavkaniyan bi perspektîfa MÎT’ê hat plankirin ku hemû komên çeteyan bixin bin kontrola çeteyên Sultan Murat û yên li dijî siyesate Tirkiyeyê derdikevin jî bi destê Feyleqa Duyemîn werin tasfiyekirin. Di çarçoveya vê planê de koma El-Hemzet endamê koma Cebhe Şamiye yê bi navê Ebû Xenûm kuşt. Ev kuştin bû sedem ku di nava heykeliya Artêşa Niştimanî de guhertinên mezin çêbibin.

Komên çete hîn zêdetir ketin nava pevçûnan. Di vê navberê de çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku li Idlib û derdora wê serwer in, li Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablusê jî belav bûn, bi navê komên cuda xwe bicîh kirin. 

NAV Û DIJBERIYÊN NÛ

Di encama van aloziyan de komên çete yên bi navê Tecemû El-Şehba, Quwet El-Tensîq (Hêza Hevrêziyê) û Qiwet El-Miwehed (Hêza Yekîtiyê) hatin avakirin. 

Tecemû El-Şehba bi piştgiriya HTŞ’ê hat avakirin û çeteyê bi navê Hisên Esaf Ebû Tewfîq serkêşiya wê dike. Komên çeteyan ên bi navê Ehran El-Tewhîd, Elhar El-Şam beşa rojhilat (Ehrar Olan), Nureddin El-Zenkî di nava Tecemû de cih girtin. Ev beşa çeteyan li dijî komên ku rasterast girêdayî MÎT’ê ne. 

Komên bi navê Firqet El-Hemzet û Suleyman Şah di nava Quwet El-Tensîq de cih girtin û li gorî planên MÎT’ê tevdigerin, lê rasterast dijminahiya HTŞ’ê nakin. Çavkaniyan diyar kirin ku ev yek li gorî plana MÎT’ê tê meşandin. Ev koma çeteyan piranî li Efrînê dimîne.

Komên bi navê Firat El-Mutesim û Cebhe El-Şamiye jî di nava Qiwet El-Miwehed de cîh girtin. Ev yek piştî ku serçeteyê HTŞ’ê Mihemed El Colanî li bajarê Dîlokê bi berpirsên payebilind ên MÎT’ re civiya, pêk hat.

ASTENGKIRINA RAYEDARÊN MÎT’Ê Û QAŞO HIKÛMETA DEMKÎ

Alozî û nakokiyên di navbera komên çeteyan bixwe û navbera wan dewleta Tirk de sala 2024’an jî dom kirin.

Di meha Adarê de (2024) serokê ‘Hikumeta Demkî!’ Ebdurrehman Mistefa û serokê Îtîlafa (Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Muxalefeta Suriyeyê!) Hadî El Behra li gel komek çeteyan dema dixwestin derbasî Ezazê bibin, ji aliyê komek xelkê herêmê ve hatin protestokirin.

Komê pêşiya seyareyên çeteyan girtin û nehiştin derbasî navçeyê bibin. Li ser vê yekê berpirsên payebilind ên MÎT’ê ku hat gotin Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin ji heye, çûn herêmê, lê ew jî hatin protestokirin. Li herêma Babê jî dîsa xwepêşandan hatin lidarxistin û alozî derketin, kuştin û birîndarbûn çêbûn.

MÎT’Ê CAREKE DIN MUDAXELE KIR

Piştî van aloziyan MÎT’ê dîsa mudaxeleyî koman kir û komên bi navê Tecemû Şehba û Qiwet El-Tensîq xistin hedefa xwe. Rayedarên MÎT’ê ji van koman xwest ku yan vegerin bin sîwaneya Artêşa Niştimanî!, yan jî dê werin tasfiyekirin.

Di encama mudaxeleyên MÎT’ê de komên bi navê Nureddin El-Zenkî, Ehrar El-Tewîh, Cebhe El-Şamiye û Firqet El-Mutesim ji eniya Tecemû Şehba vekişiyan. El-Zenkî û El-Mutesim tevlî Feyleqa 2’yemîn, El-Tewîh û El-Şamiye jî tevlî Feyleqa 3’yemîn bûn.

Tecemû Şehba jî di encama zextan de tevlî Artêşa Niştimanî bû.

Ji eniya Tecemu Şehba tenê komên bi navê Ehrar Olan û Siqûr Ezaz qebûl nekirine ku tevlî Artêşa Niştimanî bibin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker di encama gelek operasyonan de bi taybet endamên van herdu koman ên li ser deriyên sînor ên bazirganiyê girtin û tasfiye kirin. Gelek noqteyên leşkerî yên di destê van koman de jî bi hinceta ku dê guhertin çêbibe ji destê wan hatin derxistin.

(mh/a)