ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-02-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-02-2024
28 sibat, 2024   02:00

Li kantona Minbicê şênî bi coşeke mezin tev li hemleya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dibin. Beşdarên hemleyê destnîşan kir ku armanca wan a sereke ew e ku Rêberê wan di nav wan de be. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Belgekirina Binpêkirinan metirsiya xwe ya kûr der barê sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê pêk tînin de anî ziman, her wiha bang li rêxistinên hiqûqî kir ku li beramber sûcên şer hewldanên xwe zêde bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Fîlmê Muzîkal ê bi nave Stranên Keziya Sor ku dîroka têkoşîna jinan a cîhanê ya dijî baviksalariyê vedibêje, di destpêka Adarê de tê pêşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Bi armanca pêkanîna xwetêrkirinê ji berhemên kargehan, Komîteya Aboriya Civakî li gundewarê rojavayê kantona Dêrazorê 3 kargeh vekirin, bi wê re xebat ji 44 karkeran re peyda kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Barana îsal mêrgên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine û hêviyên xwediyên pez piştî 2 salan ji ziwabûnê nû kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê 28 şehîdên di Sibat û Adarê de di dem û cihên cuda de şehîd bûne li hola PYDˊê bi bîr tîne, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisên sivîl û xetên kantona Minbicê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar dixe, meş ji çerxerêya Mîzan ve dest pê dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûniştina 94ˊan ji bo erêkirina qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan li hola civînan li Reqayê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelê Qamişlo ji bo bîranîna şehîd Sara û Bîşeng ên YJA-Starê meşekê ji çerxerêya rojhilatê bajêr ve li dar dixe, saet 11:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşeke girseyî li dar dixe, meş ji Qada Jina Azad a Kobanê ve heta bi Qada Şehîd Egîd dest pê dike, saet 12:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ji zarokên şehîdan re li Baxçeya Kewkeb a Zarokatiyê şahiya xelatkirinê li dar dixe, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ji bo gerîlayên di operasyona şoreşgerî ya li dijî dewleta Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne li Qada Şehîd Egîd a Kobanê konê sersaxiyê vedide, saet 13:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê li Parka Xwendinê ya Qamişloyê şahiya îmzekirina 2 pirtûkan li dar dixe, saet 16:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 ANHA