Li Hewlêrê agir bi sûka Lenge ket

Beriya niha agir bi sûka Lenge ya Hewlêrê ket, heta niha şewat nehatiye kontrolkirin.

Li Hewlêrê agir bi sûka Lenge ket
27 sibat, 2024   23:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Kêmek beriya niha agir bi sûka Lenge ya Hewlêrê ket, hat zanîn ku heta niha şewat nehatiye kontrolkirin, ziyanên şewatê nehat zanîn.

Her wiha hat diyarkirin ku tîmên agirkujiyê yên Parastina Sivîl a Hewlêrê hewla kontrolkirina şewatê didin.

Berî jî di 25’ê Tebaxa 2018’an de agir bi sûka Lenge ya Hewlêrê ketibû û beşek mezin ê dikanên wê şewitîbûn.