Beşdarên kampanyaya îmzeyan : Em dixwazin serokê me di nav me de be

Li kantona Minbicê şênî bi coşeke mezin tev li hemleya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dibin. Beşdarên hemleyê destnîşan kir ku armanca wan a sereke ew e ku Rêberê wan di nav wan de be.

Beşdarên kampanyaya îmzeyan : Em dixwazin serokê me di nav me de be
Beşdarên kampanyaya îmzeyan : Em dixwazin serokê me di nav me de be
Beşdarên kampanyaya îmzeyan : Em dixwazin serokê me di nav me de be
Beşdarên kampanyaya îmzeyan : Em dixwazin serokê me di nav me de be
Beşdarên kampanyaya îmzeyan : Em dixwazin serokê me di nav me de be
Beşdarên kampanyaya îmzeyan : Em dixwazin serokê me di nav me de be
Beşdarên kampanyaya îmzeyan : Em dixwazin serokê me di nav me de be
28 sibat, 2024   02:38
MINBIC

Hemleya komkirina îmzeyan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li kantona Minbicê didome. Minbic di 17'ê Sibatê de tev li hemleyê bû û şêniyên wê bi hemû pêkhateyên xwe beşdarî hemleyê bûn. Ev jî nîşan dide ku şêniyên bajêr bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan hatine girêdan.

Beşdarên hemleyê ji ajansa me re axivîn û wiha gotin: "Daxwaza me yek e ew jî azadiya Rêberê me ye yê ku em ji teror û kuştinê xelas kirin."

Girêdayî mijarê, Sîham Himêdî ya ji Minbicê got: "Bajarê Minbicê tev li hemleya komkirina îmzeyan bû da ku banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bike. Va em jî bi îradeyeke mezin tevlê bûne da ku em dengê xwe bigihîjin rêxistinên navneteweyî. Bila ew bizanin ku em di pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de bi îsrar in."

Sîham destnîşan kir ku hemle li her kolan û taxên Minbicê didome û got: "Pêkhateyên Minbicê bi saya fikrên Rêbertî bûn yek. Îro jî armanca wan tevan yek e ew jî azadiya Rêbertî ye."

Ebdulhenan El Hisên ê ji Minbicê wiha axivî: "Em ji bo têkbirina tecrîda li ser Rêbertî vê îmzeyan kom dikin. Da ku em rewşa wî ya ku ji 3 salan ve ne diyar e nas bikin. Di dema dawîn de li Tirkiyeyê erdhej qewimîn, hemwextî wê daxwazên parêzer û malbata Rêber Abdullah Ocalan ên hevdîtina bi wî re tên redkirin."

El Hisên destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin û got: "Em ji Rêberê xwe re dibêjin bedena te girtî ye lê belê fikrê te azad e û em ê têkoşînê heta ku em te di nav xwe de li qadên têkoşînê dibînin, bidomînin."

Ruqeye Ebdulqadir jî diyar kir ku wê di fikrên Rêber Abdullah Ocalan de aramî dît û ew ê ji bo azadiya wî her tiştê xwe feda bikin.

Rolyana El Elî ya ji Minbicê wiha axivî: "Hemû şêniyên Minbicê tev li hemleyê bûne. Em ji bo Rêbertî li ber xwe didin û bi komkirina îmzeyan em ji cîhanê re nîşan didin ku em bi Rêberê xwe re ne û bi têkoşîna me ew ê azad bibe."

Lamê Îbrahîm diyar kir ku coşa mezin a şêniyan ji bo hemleyê nîşan dide ku girêdaneke xurt di navbera wan û fikrên Rêber Abdullah Ocalan de heye û got: "Ev girseya gel a ji hemû pêkhateyan bi yek daxwazê hatine, ew jî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e ku niha temenê wî bûye 70 sal û dîsa jî tecrîdeke giran li ser wî tê meşandin."

Îbrahîm diyar kir ku siyaseta ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin siyaseta êşkenceyê û ya dûrî qanûnên mafên mirovan e. Îbrahîm bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku xwedî li daxwasên gel derkevin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

(mh)

ANHA