ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-01-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-01-2024
28 ÇILE, 2024   02:00

Serokên Tirkiye û Îranê ruxmî nakokiyên wan der barê hin dosyayên din de li ser dijbertiya Kurdan li hev kirin, serokê MÎTˊê tevgerên xwe li Iraqê ji bo pêkanîna girêbestan zêde kirin, her wiha DYAˊyê jî girêbesta xwe bi dewleta Tirk re der barê balafirên F-16ˊan pêk anî.

Jinên Kurd û Ereb destnîşan kir ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji armancên wan ên sereke ye û ew ê ji bo wê çalakiyên xwe zêde bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xiyaneta PDK`ê û ajantiya wê ji dewleta Tirk re şermezar kir û got “Li ser axa gelê berxwedêr cihê xiyanetê tune ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Halîme Akyol got jinên Kurd ji bo têkoşîna jinan a navneteweyî di pozîsyoneke pêşengiyê de ne û anî ziman ku armanca kuştina jinan a li hemberî vê yekê ew e ku tirsê serwer bikin da ku berxwedanê ji holê rakin.

Ehmed El Erec bang li hikumeta Şamê kir ku bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dest bi diyalogê bike ji bo ku dawî li dagirkeriya Tirk a li ser axa Sûriyeyê were. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) bi sernavê ˊKoçberî û koçberkirina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; sedem, bandor, pêşniyar û tedbîrˊ li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê forumekê li dar dixe, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Dêrikê ji bo şermezarkirina xiyaneta PDKˊê li hember hêzên gerîla daxuyaniyekê dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ji bo şermezarkirina xiyaneta PDKˊê li hember hêzên gerîla daxuyaniyekê dide, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA