Li Efrînê welatiyek hat revandin

Çeteyên ˊFirqet Hemzatˊ welatiyê bi navê Mihemed Muslim Mistefa Qere (34) ê ji gundê Coqê yê Efrîna dagirkirî revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Li Efrînê welatiyek hat revandin
27 ÇILE, 2024   23:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî diyar kir ku çeteyên ˊFirqet Hemzatˊ ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker çarşema borî welatiyê bi navê Mihemed Muslim Mistefa Qere (34) ê ji gundê Coqê yê Efrîna dagirkirî revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Li gorî heman çavkaniyan, serçeteyan ji malbata revandî li hember serbestberdanê 3 hezar dolar xwestin.

Ew welatî berê gelek caran hatiye revandin û her carê jî li hember serbestberdanê 400 heta 500 dolar dide.

(fr)