ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-7-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-7-2025
27 tîrmeh, 2025   02:00

Li bajarê Qamişlo rojê derdora 320 ton çop (gilêş) derdikeve, lê Şaredarî bi 37 wesayitan nikare ji bin vî barî derkeve. Welatî bi gazincin, lê di nava civakê de pêşneketina ferasta paqijiyê jî karê Şaredariyê girantir dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rewşenbîr û mamosteyên bajarê Amûdê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got “Dem hatiye Rêber Apo dîsa di nava me de be, ji ber ku ew rêya gelên azadîxwaz ronî dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyasetmedar Xiyas Niêsa da zanîn ku Sûriye ketiye qonaxeke nû ya paşketina siyasî û civakî û hikumeta veguhêz ji ber kûrkirina parçebûna mezhebî û xirabbûna şert û mercên jiyanê tewanbar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarê Qamişlo di 9 salan de bi berfirehkirina tora parastinê bersiva xurt da komkujiya 27`ê Tîrmehê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de diyar kir ku Sûriye li pêşberî aloziya pêkhatina hevpeymana civakî ye û nenavendîbûna nerm wekî çareserî destnîşan kir. Der barê Ukraynayê de jî hat destnîşankirin ku ji ber nakokiyên kûr ên her du aliyan û zêdebûna êrişên her du aliyan hîna lihevkirinên dûr e. Rojnameyan îşaret bi vê yekê kir ku DYA’yê rola xwe li Lubnanê terikaniye.

PYD`ê ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn li herêmê civînekê li navenda çand û hunerê ya Çilaxayê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Fermandariya Giştî ya Hêzên Eniya El Ekrad ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Til Ereb û Til Hesilê li navenda çand û hunerê ya bajarê Tebqayê merasîmekê li dar dixe saet di 10:00`an de.

Yekitiya Rewşenbîran a kantona Reqayê bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîran a kantona Tebqayê panelek bi sernavê “Banga aştiyê ya Rêbertî, rola rewşenbîr di aştiya navxweyî de” li hola Babil a bajarê Reqayê li dar dixe saet di 10:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Şedaê şehîd Îbrahîm Xidir El Şiêtî û Hesen Merwan El Egle ku şervanên QSD`ê ne, li goristana şehîdan a Şedadê oxir dikin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Tebqayê şervanê Eniya El Ekrad Resam El Ehmed El Hemade li goristana şehîdan oxir dikin saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Kobanê şervanên QSD`ê Şêx El Cebel û Tofan Belek li goristana Şehîd Dîcleyê oxir dikin saet di 19:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnamevan, çalakvan û rêxistinên civaka sivîl a bajarê Hesekê ji bo piştgiriya şêniyên Siwêdayê çalakeyekê li dar dixin saet di 19:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)