Rûspiyên Til Temirê piştgiriya QSD û Rêveberiya Xweser kirin

Rûspiyên Til Temirê gotin ew bi QSD`ê û Rêveberiya Xweserya Demokratîk re ne û tevahî rêbazên sorkirinê li ser bingeha netewperestiyê yan jî tafiyetê red kirin.

Rûspiyên Til Temirê piştgiriya QSD û Rêveberiya Xweser kirin
Rûspiyên Til Temirê piştgiriya QSD û Rêveberiya Xweser kirin
Rûspiyên Til Temirê piştgiriya QSD û Rêveberiya Xweser kirin
Rûspiyên Til Temirê piştgiriya QSD û Rêveberiya Xweser kirin
Rûspiyên Til Temirê piştgiriya QSD û Rêveberiya Xweser kirin
Rûspiyên Til Temirê piştgiriya QSD û Rêveberiya Xweser kirin
Rûspiyên Til Temirê piştgiriya QSD û Rêveberiya Xweser kirin
Rûspiyên Til Temirê piştgiriya QSD û Rêveberiya Xweser kirin
26 tîrmeh, 2025   23:46
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo nirxandina geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê bi rûspiyên Til Temirê re li hola “Kinêr” a li bajêr civiya. Rûspiyên êlên ereb, kurd û suryan, nûnerên meclisên rêveberî, saziyên civaka sivîl tev li civînê bûn.

Beşdariya rûspiyan û saziyên din, yekitiya pêkhateyên civakî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Sabrî Efrîn axivî û got: “Êl kilîta aramî û ewlehiya civakê ye. Civîna me li vir ji hemû kesên dixwazin fitneyê derxin re, peyameke diyar e.”

Rûspiyan jî bi tundî hewldanên derxistina fitneyê li ser bingehên netewperestî û olî red kirin û careke din piştgiriya xwe ya bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re teqez kirin ku hêza rewa ya yekane ye ku vîna gelên herêmê rave dike.

Her wiha piştgiriya Rêveberiya Xweser kirin ku projeya yekane ye ku mafên tevahî pêkhateyan dabîn dike.

Di heman demê de destnîşan kirin ku êl dê xeta yekemîn a parastina destkeftiyên şoreşê bin û dê li hember tevahî projeyên parçekirinê yan jî fitnederxistinê bisekinin.

Rûspiyan balkişandin ser rola neyînî ya dewleta Tirk ku hewl dide rewşa heyî bikar bîne û aloziyên navxweyî derxe lê rûspiyan gotin ew ê li hember mîna van hewldanan bibin bendeke asê.

(şx)

ANHA