Deriyên darîn; sembola dîroka kevnar a bazara Reqayê
Deriyên darîn ên kevnar ku li kolanên bazara rojhilatê bajarê Reqayê xuya dikin ku bi navê Bazara Quwatlî tê naskirin, şahidên dîroka vê bazara kevnar in ku temenê wê zêdetirî sed salî ye.
Li bazara rojhilatê bajarê Reqayê, deriyên darîn ên kevnar li kêleka hev hatine rêzkirin. Ev deriyên kevnar çîroka bazar û bajêr vedibêjin. Tevî pêşketina ku di hêla avahîsaziyê de li bajêr çêbûye jî, lê ev deriyên kevn hîna jî ji hêla xelkê ve têne parastin û bikaranîn.
Bazara rojhilatê Reqayê li herêmê wek Bazara Al Qiwetlî yan Bazara Al Şewaya tê zanîn, ew yek ji kevntirîn bazarên bajêr e.
Li vê bazarê, zêdetirî 350 dikan hene û hîna jî navendeke girîng a bazirganî û çandî ye. Ew bazara kevn şahida dîrok û mîrata çandî ya Reqayê ye.
(k)
ANHA