ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-3-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-3-2025
27 adar, 2025   02:00

Dr. Fernaz Etiya destnîşan kir ku hiştina Rêber Abdullah Ocalan di zindanê de, bi taybetî piştî însiyatîfa aştiyê, êdî ne rewa ye û divê dewleta Tirk jî di çarçoveya pêvajoya aştiyê de gavekê biavêje.

Endama Desteya Serokatiya KNK-Rojava Bêrîvan Hesen der barê Konferansa Jinên Kurd a Yekemîn de got "Bi pêşengiya jinan em ber bi yekitiya Kurdan ve diçin."

Malbatên gerîlayan diyar kir ku ji 21 heta bi 28’ê Adarê bi têkoşîna Mazlûm Dogan heta bi avêtina guleya yekemîn ji hêla şehîd Egîd ve qedera gelê Kurd hat guhertin û nivîsandin.

Siyasetmedar û çalakvanên sûriyeyî diyar kir ku "Danezana Destûrî" ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye derxistin, dê welat vegerîne serdema destpotiyê.

Ji ber kêmbûna baranê, ziyanên giran li çandiniya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Li gorî Desteya Çandiniyê, rêjeya ziyanên li çandiniya bejî ji sedî 90 derbas kiriye û pê re bandoreke giran li sewalkariyê bûye.

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diruşma "Hevgirtina Jinên Sûriyeyî bingeha rawestandina komkujiyên li ser jinên li peravê ye" li hola Mişwar a Hesekê forumeke diyalogê li dar dixe, (09:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Bi nêzbûna roja 4’ê Nîsanê, Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan re, Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdên Asûr û Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya bajarê hemleya çandina 140 şitilan li goristana şehîdên bajarê organîze dike, (09:30). Di heman çarçoveyê de Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajêr panelek diyalogê li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎEN

Partiya Sûriya Pêşerojê bi diruşm" Bi hevgirtin û yekitiya Sûriyeyiyan em aştî û demokrasiyê pêk bînin" li hola Tac a Reqayê salvegera damezrandina xwe ya 7’emîn pîroz dike, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê bi boneya Roja Şano ya Cîhanê li navenda xwe ya Kobanê gelek şanoyan pêşkêş dike, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN