Barana kêm zirareke giran li çandiniye kiriye

Ji ber kêmbûna baranê, ziyanên giran li çandiniya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Li gorî Desteya Çandiniyê, rêjeya ziyanên li çandiniya bejî ji sedî 90 derbas kiriye û pê re bandoreke giran li sewalkariyê bûye.

Barana kêm zirareke giran li çandiniye kiriye
Barana kêm zirareke giran li çandiniye kiriye
Barana kêm zirareke giran li çandiniye kiriye
Barana kêm zirareke giran li çandiniye kiriye
27 adar, 2025   07:35
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Barîna baranê îsal têrê nekir ku zeviyên çandiniyê têr bên avdan. Li gorî pisporên çandiniyê, ji bo werzeke çandiniyê pêdivî bi barîna 440 mm baranê heye, lê heta niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê nêzî 100 mm baran bariyaye.

Li gorî amarên Desteya Çandiniyê, rûbera çandina genim gihaştiye 1018 hezar donimî, ya ceh 100 hezar donim û berhemên derman û bêhnxweş jî 22 hezar donim e.

Cotkarê bi navê Mensûr El Ebdela yê ji bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê dibêje ku baran li gorî rêjeya berê pir kêm bû, lewma ziyaneke mezin li çandiniyê bû.

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêmeke çandiniyê ye ku çandinî li gel sewalkariyê çavkaniyeke sereke ya debarê ye.

Ji ber barana kêm îsal mêrg jî şîn nebûn, lewma êmê sewalan jî kêm bû û xwediyên sewalan neçarin êm bikirin.

Tewfîq El Meqtif ku sewalkariyê dike, diyar kir têkçûna çadiniya bejî bûye sedema bilindbûna buhayên êm û kêmbûna buhayên sewalan. Her wiha kêmbûna baranê bûye sedema derketina hin nexweşiyên sewalan.

Gerînendeyê Beşa Hilberîna Nebatan a Desteya Çandiniyê Newaf El Dendel diyar kir ku rêjeya serkeftina çandiniya bejî pir kêm e, berovajî çandiniya avî.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kêlek çandiniya bejî xwe dispêre çandiniya avî jî.

El Dendel wiha domand: "Navendên çandiniyê yên li tevahî bjarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya cotkarên zeviyên xwe av didin dike û mazotê li wan belav dike. Li kêlek wê jî êm dide xwediyên pez."

Komîteya Çandinî û Sewalkariyê beşa yekem a mazotê li cotkaran belav kiribû û belavkirina beşa duyemîn jî di 11’ê Sibatê de dest pê kir.

(k)