‛Hefteya Lehengiyê qedera gelê Kurd guhert’

Malbatên gerîlayan diyar kir ku ji 21 heta bi 28’ê Adarê bi têkoşîna Mazlûm Dogan heta bi avêtina guleya yekemîn ji hêla şehîd Egîd ve qedera gelê Kurd hat guhertin û nivîsandin.

‛Hefteya Lehengiyê qedera gelê Kurd guhert’
27 adar, 2025   05:10
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Hefteya Lehengiyê wekî heyama rewşa gelê Kurd guhertiye tê naskirin. Ji 21’ê Adarê ve, dema ku şehîd Mazlûm Dogan di girtîgehê de agir berdaye bedena xwe dest pê dike û heta 28’ê Adarê dema ku şehîd Egîd guleya yekemîn di eniyê dijmin de teqand û têkoşîna çekdarî li dijî dewleta Tirk a dagirker dest pê kir, didome.

Girêdayî vê, malbatên gerîlayan diyar kir ku Hefteya Lehengiyê li cem gelê Kurd xwedî cihekî taybet û girîng e. Hefteya Lehengiyê hişt ku gelê Kurd gelek destkeftiyan bi dest xistin û li hember her cure asîmîlasyon û qirkirinên ku dagirkerên Krudistanê pêk dianîn xwe biparêze.

Henîfe Mihemed Hesen, dayika gerîla Sozdar a ku tev li şahiya Newrozê bûye got: "Em li ser şopa şehîdên xwe têkoşîn û berxwedana xwe didomînin."

Gerîla Sozdar piştî Rêber Abdullah Ocalan di 1999’an de hat dîlgirtin tev li tevgera azadiya Kurdistanê bû.

‛BIRYARA ME BERXWEDAN E’

Henîfe diyar kir ku Hefteya Lehengiyê di bîrewariya gelê Kurd de xwedî mohreke girdane û wiha domand: "Gelê Kurd du meşaleyên azadiyê ku ji kesayetên Kurd ên herî navdar, têkoşer û fedaî Egîd û mazlûm Dogan winda kirin. Lê me ev êş, bi rêya temamkirina şopa wan, veguherand hêviya wergirtina azadiya xwe."

Henîfe Hesen li axaftina xwe wiha zêde kir: "Ne ji wan bûya em nedigihîştin vê qonaxa pêşketî. Em di dogmayeke ku mêtingerên xaka me diyar kiriye de dijiyan. Lê bi derketina wan rewşa civaka Kurd hat guhertin û êdî baweriya bi xwe çêbû û li dijî zordaran têkoşîneke dirêj meşand."

‛GUHARTINA REWŞA GELÊ KURD’

Sîham Hec Qenber, dayika Hûriye Ebdo ya ku di 2021’an de tev li tevgera azadiya Kurdistanê bûye, got: “Em bi saya têkoşîn û fedakariya wan bi pêş ketin û me serî ji dagirkeran re netewand. Me hebûna xwe parast û hîn jî em destkeftiyan bi dest dixin."

Sîham diyar kir ku di encama wê têkoşînê de gelê Kurd ji xewê şiyar bû û gavên pir mezin avêtin ku rewşa gelê Kurd bi temamî hat guhartin û got: “Tevgera azadiya Kurdistanê çi biryarê bide em ê pê pabend bin, ji ber ku em bi şiyan û hêza wê ya çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêkanîna aştiyê û misogerkirina hebûna me, bawer in."

‛HEFTEYA BERXWEDANÊ DÎROKA RIZGARIYA KURDAN NIVÎSAND’

Fîdan Qido, dayika têkoşer Şîlan Kobanê (Ferîde Şêxo) ya ku di 2022’yan de tev li tevgera azadiya Kurdistanê bûye, serbilindiya xwe bi tevlêbûna keça xwe anî ziman û got: “Ev biryareke durist e û şopandina rêya şehîd Egîd û Mazlûm Dogan e."

Fîdan Qido wiha dawî li gotina xwe anî: "Her du şehîdan hîştin ku cîhan tevahî balê bide doza Kurd û zordariya ku gelê Kurd li ser destên dagirkerên Kurdistanê tê re derbas dibe. Bi rêya wan dîroka rizgariya gelê Kurd hat nivîsandin û qedera gelê Kurd hat guhertin. Berdêl çi dibe bila bibe em li ser şopa wan in."

(mh/fr)

ANHA