ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-2-2025
27 sibat, 2025   02:00

Şêniyên Suryan diyar kir ku ew bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abullah Ocalan re ne û got ramanên wî ji bo hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn perspektîf in. BI WÊNE Û DÎMEN

Ezmûna pêkvejiyana aştiyane li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê xwişk û biratî di navbera pêkhateyên cuda de xurt kiriye. Şêniyên taxê bi hev re di saziyên xwe de bêyî cudahî kar dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şanogerê kurd "Bavî Teyar" bi şêweya xwe ya taybet û bi rêya şanoyê êş û azarên civaka xwe vegotin. Ew bû sembol û ekoleke hunera kurdî ya ku nayê jibîrkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Baranên vê dawiyê tirsa cotyaran kêm kir, lê hin cotkaran jî got ew baran têrê nake. Di heman demê de cotkarên herêmê dest bi çandina kemûnê kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk li ser asta Sûriyeyê bi sernavê "Foruma Sûriyeyî ya diyaloga niştîmanî ber bi Sûriyeya azad a pirrengî ya nenavendî ve" forumekê li kantona Reqayê li dar dixe. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Reqayê bi boneya Roja Jinan a cîhanê rêzeçalakiyan li dar dixe, kolanên bajêr dixemilîne, pankartan dadiliqîne û ji bo zarokên nexweşiya şekir hemleya darçandinê dest pê dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo meha Remezanê paketên xwarinê li malbatên xizan û malbatên şehîdan ên kantona Dêrazorê parve dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Serdana şandeya Brîtanî li Qamişloyê didome, şande, li avahiya Kongra Star a Qamişloyê, serdana Meclisa Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, (09:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji bo şervanê QSD’ê şervan Mezahih El Meteyir li gundê Xiwêtile yê bajarê Tirbespiyê merasîmeke xiyabî li dar dixe, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya salvegera 10’emîn a rizgarkirina bajarê Til Hemîsê ji çeteyên DAIŞ’ê li hola Mesref Çandiniyê çalakiyek tê lidarxistin, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişloyê der barê "Kongreya Diyaloga Nîştimanî" ku li Şamê hatiye lidarxistin, li Stadyûma 12’yê Adarê daxuyaniyekê dide, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN