Rêveberiya Xweser êrişa li dijî çolistana Riwêşid şermezar kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çolistana Riwêşid a herêma Şedadê ya başûrê Hesekê şermezar kirin.

Rêveberiya Xweser êrişa li dijî çolistana Riwêşid şermezar kir
27 sibat, 2025   00:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û diyar kir ku ew êriş derfetê didin çeteyên DAIŞ'ê ku xwe dîsa vejînin.

Rêveberiya Xweser civata navneteweyî li hemberî van êrişan berpirsiyar dît û bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku bi awayekî lezgîn wan êrişan rawestînin.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew êriş beşek ji siyasetên têkbirina aramiya herêmê û vejandina çeteyên DAIŞ'ê yên dewleta Tirk a dagirker in.

Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser bang li civata navneteweyî kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin û êrişan rawestînin û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û bêmirov li dijî çolistana Riwêşid a başûrê Hesekê êrişên hewayî pêk anîn û di encamê de 12 sivîl şehîd bûn.

(fr)

ANHA