TEV-DEM'ê kongreya li Şamê red kir

TEV-DEM'ê "Kongreya Diyaloga Niştîmanî" ya li Şamê red kir û destnîşan kir ku di wê kongreyê de nûnertiya gelê Sûriyeyê nehat kirin.

TEV-DEM'ê kongreya li Şamê red kir
26 sibat, 2025   23:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê "Kongreya Diyaloga Niştîmanî" ya li Şamê red kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê kongreyê nûnertiya gelê Sûriyeyê nekir û tê de heman hişmendiya paşguhkirin û dûrxistinê ya rejîma berê hat meşandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku beşdarên kongreyê bi awayekî yekalî û yekrengî hatin hilbijartin, nexasim ku jinan tê de cih negirt û bi vî awayî soza avakirina Sûriyeya pirreng û demokratîk têk çû.

TEV-DEM'ê diyar kir ku encamnameya kongreyê tenê li gorî beşdarên wê bû, ji ber ku ew ketibû bin bandora hin berjewendiyan û nûnertiya gelê Sûriyeyê bi awayekî rastîn tê de nehat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku TEV-DEM ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve li ser avakirina civakeke demokratîk û azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebitî, her wiha sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku hemû pêkhate û çandên herêmê tê de bi cih bûn û jinan tê de pêşengtî kir, da avakirin.

TEV-DEM'ê banga avakirina Sûriyeya nû li ser bingeha pergaleke nenavendî ya demokratîk kir, da ku jin di cihê biryardayînê bibin hevkarên bingehîn.

Di dawiya daxuyaniyê de siyasetên paşguhkirinê hatin redkirin û teqezî bi domandina têkoşînê ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk a nenavendî ya li gorî fedakariya gelê Sûriyeyê hat dayîn.

(mh/fr)

ANHA