ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-11-2025
27 mijdar, 2025   02:00

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi têkoşîna xwe ya dûr û dijwar, di nava civaka Kurd û herêmê de hişmendî, vîn û baweriya siyasî, çandî, nasname, parastin û rewşenbîriyê ava kir. 

Li dibistanên Humsê hejmara xwendekaran zêde bûye û kêmbûna kel û pel û pirtûkan, krîza perwerdeyê kûrtir kiriye.

Li nexweşxaneya Siwêdayê ev 5 meh e ji ber gulebaranê, zêdebûna zextê û tunebûna kehrebeyê cîhazên tomografiyê û gelek xizmetên din rawestiyane.

Li kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi boneya salvegera 47`mîn a "Roja Berxwedana Neteweyî" dê çalakî werin lidarxistin.

Şêniyên kantona Tebqayê û koçberên Efrînê dê ji bo azadiya fîzîkê ya Rêber Abdullah Ocalan, meşekê li dar bixin. 10.00.

Li kantona Reqayê dê konfransa komînan were lidarxistin, li Hola El Mişwar a li bajarê Reqayê. 10.00.

Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê li bajarê Reqayê panelekê der barê geşedanên siyayî li herêmê li dar bixe, li avahiya meclisa bajêr. 13.00