Li Rimêlanê semînerek li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hat lidarxistin

Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê li bajarê Rimêlan semînereke pêşkêş kir, di semînerê de bal hat kişandin ser şêweyên tundiya li dijî jinan, bandorên wê yên neyînî û rêbazên kêmkirina wê.

Li Rimêlanê semînerek li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hat lidarxistin
Li Rimêlanê semînerek li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hat lidarxistin
Li Rimêlanê semînerek li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hat lidarxistin
Li Rimêlanê semînerek li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hat lidarxistin
Li Rimêlanê semînerek li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hat lidarxistin
Li Rimêlanê semînerek li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hat lidarxistin
Li Rimêlanê semînerek li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hat lidarxistin
26 mijdar, 2025   23:14
QAMIŞLO

Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê li Hola Sendîkaya Karkeran a bajarê Rimêlanê, bi amadebûna endamên saziyên sivîl, bi boneya Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan semînereke li dar xist.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê, rêvebera ofîsa Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Dêrikê Zelûx Mihemed Bekir axivî û diyar kir ku jin dikarin civakê birêve bibin, ew bingeha avahiya wê temsîl dikin, wekî ku di ramana rêber Abdullah Ocalan de hatiye diyarkirin.

Her wiha di semînerê de behsa şêweyên tundjiya li dijî jinan, di nav de îstismar û îstîsmara fizîkî û psîkolojîk hat kirin, hate diyarkirin ku bi taybetî tundiya psîkolojîk bandorên cidî û demdirêj li ser jinan dihêle.

Semîner bi hejmarek pêşniyaran bi dawî bû. Beşdaran bal kişandin ser zêdekirina semînerên hişyarkirinê ji bo têkoşîna li dijî tunidya li dijî jinan, di heman demê de girîngiya rola bi bandor a jinan di nav saziyan de û piştgirîkirina beşdariya wan di warên cûrbecûr ên civakî, siyasî û çandî de kirin.

(ac)

ANHA