ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-04-2026
27 nîsan, 2026   02:00

Jinan gotin ew bi fikir û ramanê Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne û dê heya azadiya fîzîkî têkoşînê bidomînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên herêma Aliyan a Çilaxayê bang li partiyên siyasî kir ku nakokiyên xwe derbas bikin û ji bo yekitiya neteweyî bixebitin. BI WÊNE Û DÎMEN

Corc Selîm studyoya xwe kiriye mîna muzexaneyeke wêneyên kevin. Dîwarên muzexaneyê bîranînên salan dihewîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Xwendekarên Efrînê yên bi malbatên xwe re di vê dawiyê de vegeriyane Efrînê de hîna ji xwendinê bê par in. Malbat dipirsin ku gelo nifşek ku çend sal e li dibistanên Rêveberiya Xweser perwerde dibe wê çawa bi perwerdeyeke din re were entegrekirin? BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên ji Efrînê diyar kir ku mafê wan e ku bi rûmet vegerin, berxwedan û têkoşîna wan ji bo vegereke birûmet e û got "Daxwaza me ev e ku Asayîş bi me re vegere Efrînê." BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê cenazeyên şervanên QSDˊê şehîd Reşîd Herekol û Mazlûm Dogan li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrikê defin dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Malbatên dîlgirtiyan li pêşa avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NYˊyê ya bajarê Qamişloyê çalakiyeke prostestoyî bi daxwaza berdana wan li dar dixin, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê cenazeyên 4 endamên Asayîş û QSDˊê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê defin dike, 14.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN