Eraqçî îtîrazên Tehranê ji navbeynkarê Pakistanî re veguhastin

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî berî ku ber bi Moskovê ve biçe da ku bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re bicive, îtîrazên Tehranê yên li ser dosyeya uranyûmê ji navbeynkarê Pakistanî re ragihandin.

Eraqçî îtîrazên Tehranê ji navbeynkarê Pakistanî re veguhastin
26 nîsan, 2026   23:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî Îranî ji El Arabiya û El Hedath re aşkera kir ku Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, berî ku îşev ji Îslamabadê ber bi Moskovê ve biçe, îtîraz û fikarên Tehranê yên li ser dosyaya uranyûmê ji navbeynkarê Pakistanî re ragihandine.

Çavkaniyan Pakistanî ji Al Arabiya û Al Hadath re gotibû ku Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî destûr wergirtiye ku li ser xalên ku Pakistan dixwaze bîne ziman nîqaş bike. Berpirsiyarên Pakistanî gotibû ku wezîrê derve yê Îranê piştî serdana xwe ya Omanê vegeriyaye Îslamabadê.

(ac/fr)