Asayîşa Hesekê nasnameya şehîdekî ragihand

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn "Asayîş" ên parêzgeha Hesekê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd aşkera kir û soza ku rêça şehîdan bişopînin heta ku ewlehî û aramî misoger dibe.

Asayîşa Hesekê nasnameya şehîdekî ragihand
26 nîsan, 2026   22:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn "Asayîş" ên Parêzgeha Hesekê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Basil Îbrahîm Igêl ragihand.

Daxuyaniya Asayîşê wiha ye:

"Hevalekî me di Hêzên Ewlekariya Hundirîn " Asayîş" ên Parêzgeha Hesekê de, dema bi erka xwe ya parastina aramiya herêmê li dijî komeke çekdar ku hewl dida karên dizînê bikin, gihîşt asta şehadetê.

Agahiyên têkildarî nasnameya şehîd wiha ne;

Nav û paşnav : Basil Îbrahîm Igêl

Navê Dayikê : Helwa

Cih û dîroka jidayikbûnê:  Hesekê, 25/1/2000ˊan

Dîroka tevlêbûnê: 2020ˊan

Dîroka şehadetê: 23/4/2026ˊan

Şehîd Basil, ji dema tevlêbûna li nava hêzên me de bi kesê xwedî rihê wêrek dihat naskirin, bi doza gelê xwe bawer bû û di oxira herêmên me di aramiyê de bin canê xwe feda kir.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin û em bejna xwe li hember keda wan ditewînin û em soz didin şehîdan ku em ê li ser rêya wan dewam bikin heta ku ewlehî û aramî li herêmê me misoger bibe. "

(fr)