ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-03-2026
27 adar, 2026   02:00

Di Roja Şanoyê ya Cîhanê de, huner ne tenê wekî amûrek şahiyê, lê di heman demê de wekî amûrek têkoşîn û hişmendiyê jî tê dîtin. Şehîd Yekta Herekol şano veguherand peyamek berxwedanê, jiyan û xebatên xwe kirin qîrînek li hember zilm û komploya navneteweyî ya ku Rêber Abdullah Ocalan hedef girt.

Piştî êrişên Îsraîl û DYA’yê yên li dijî dewleta Îranê yên 28’ê Sibata 2026’an şûnde gaveke bersivdayîna Îranê jî girtina Tengava Hurmuzê bû. Girtina tengavê bandora xwe li ser bazara enerjiye ya cîhanê çêkir.

Koçberên Serêkaniyê û gundewarên wê li benda vegerê ne lê hîna rewşa ewlehiyê ya bajar û gundên wê ne aram e. Malbatên çeteyên dewleta Tirk dest danîne ser mal û milkên xelkê Serêkaniyê û gefan li wan dixwin. 

Rewşenbîran destnîşan kir ku divê têkoşîn xurttir bibe da ku Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Hesekê cenazeyên 2 şervanên QSDˊê şehîd Harûn Hesekê û Hisên Siûd El Ebid li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê defin dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Komîna Şano ya Rojava bi pêşkêşkirina şanoyekê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê Roja Şanoya Cîhanê û şehîd Yekta Herekol bi bîr tîne, 15.00ˊan. BI WÊNDE Û DÎMEN