Balafirên DYAˊyê li Kerkûkê baregehek Heşldî Şebî bombebaran kir

Balafirên şer ên DYA’yê baregeheke hêzên Heşdî Şebî ya li navçeya Dubiz a ser bi Kerkûkê bombebaran kir.

Balafirên DYAˊyê li Kerkûkê baregehek Heşldî Şebî bombebaran kir
26 adar, 2026   22:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên hêzên hewayî yên DYA’yê li ser baregeh û çeperên Heşdî Şebî li seranserê Iraqê bênavber didomin.

Hate ragihandin ku, balafirên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hêzên Heşdî Şebî ya li navçeya Dubiz a ser bi Kerkûkê bombebaran kir.

Hate ragihandin ku êrişî Alaya 2’yemîn y Tûgaya 61’emîn a Heşdî Şebî a li navçeya Dubiz a Kerkûkê hatiye kirin.

Ev çendîn car e hêzên Heşdî Şebî yên li vê deverê ji aliyê balafirên şer ên DYA’yê ve tên bombebarankirin. Têkildarî ziyanên êrişê, agahiyên zelal bidest neketin.