ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-02-2026
27 sibat, 2026   02:00

Salek di ser banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan re derbas bû. Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ji bo çareseriya demokratîk gavên şênber avêtin û encameke girîng derket holê. Lê heta niha dewleta Tirk gavên jê tê xwestin neavêtine. 

Şêniyên Çilaxayê got divê zimanê kurdî wek zimanê duyemîn di destûra Sûriyeyê de were misogerkirin û li dibistanan jî were dayîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Parêzer Basim Hatûm got li Sûriyeyê kiryarên li dijî sivîlan têne kirin sûc in û divê desthilata heyî ji aliyê qanûnî ve lêpirsînê bike û hesab bixwaze.

Pisporê têkiliyên navneteweyî Nebîl Necmedîn bi bîr xist ku koka şerê di navbera Îran û DYA`yê de vedigere destpêka şoreşa îslamî ya Îranê dema ku projeya ‘hinardekirina şoreşê’ hat ragihandin û got eger şer çêbe dê bandora xwe li tevahiya cîhanê bike.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li bajarê Girkê Legê ji bo şermezarkirina dorpêça li ser Kobanê meşekê ji Qada Şehîd Xebat ve li dar dixe, 20.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN