Eraqçî: Di danûstandinên nukleerê de pêşketinek baş çêbû

Wezîrê Derve yê Îranê ragihand ku di gera sêyemîn a danûstandinên bi DYAˊyê re ku li Cinêvê pêk hat pêşketinek baş çêbû, nîqaşan bal kişand ser dosyaya nukleerî û rakirina cezayan.

Eraqçî: Di danûstandinên nukleerê de pêşketinek baş çêbû
26 sibat, 2026   23:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîêr Derve yê Îranê Ebas Eraqçî der barê gera 3ˊyemîn a danûstandinên nukleerî bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re ku îro li Cinêvê pêk hatin got pêşketinek baç çêbû û girîngî da dosyaya Tehranê a nukleerî û rakirina cezayan.

Eraqçî got, "Me pêşketineke baş bi dest xist û me bi cidî behsa hêmanên lihevkirinê di warê nukleerî û rakirina cezan de kir."

Eraqçî anî ziman ku wê gera bê ya danûstandinan bi navbeynkariya Umanê di kêmtirî hefteyekê de pêk bê.

Di dewama axaftina xwe de Eraqçî destnîşan kir ku danûstandinên teknîkî yên bi DYAˊyê re wê duşemê li Viyanayê li Navenda Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Nukleerî (IAEA) ya ku ji bo çavdêriya bernameya nukleerî ya Tehranê hatiye erkdarkirin li dar bikeve.

(fr)