ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-9-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-9-2025
26 îlon, 2025   02:00

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê êrişên li Dêr Hafirê şermezar kirin û got komkujiya ku komên çekdar ên hikumeta veguhêz kiriye sûcekî dermirovî ye û divê sûcdar hesab bidin. Bİ WÊNE Û DÎMEN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Dêrazorê diyar kir ku piştî zêdebûna êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê wan tedbîrên ewlehiyê zêdetir kirine. Bİ WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedaran diyar kir ku pergala nenavendî bingehên jiyana hevbeş û mafên hemû pêkhateyan diparêze. Bİ WÊNE Û DÎMEN

Nameya Rêber Abdullah Ocalan radestî nûnerên 120 eşîrên herêma Cizîrê hate kirin. Nênerên eşîran piştgiriya xwe ji bo nameyê nîşan da. Bİ WÊNE Û DÎMEN

Jiyan û xebata kesên ku li bajarê Qamişlo di xebatên huner, xizmetguzarî, ewlekarî û perwerdeyê de cih digirin, lê nayên dîtin, dibe belgefîlm û pirtûk. Bİ WÊNE Û DÎMEN

Piştî êrişa li dijî nuqteyên ewlekariyê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê navê ‘Firqeya 60ˊan" a di bin sîwana hikumeta veguhêz de derket pêş. Vê yekê jî pirsên têkildarî komên li bajêr belav bûne û kî wan kontrol dike, derxistin pêş. Bİ WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji kantona Cizîrê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got azadiya wî mîsogeriya yekane ya serxistina pêvajoya aştiyê û avakirina civakeke demokratîk e. Bİ WÊNE Û DÎMEN