Nûnera MSD'ê rêze hevdîtinan didomîne

Di çarçoveya gera 80'yemîn a NY'ê de, nûnera MSD'ê li Washingtonê Sînem Mihemed di hevdîtin û çalakiyên dîplomasî de beşdar bû. Di wê çarçoveyê de hevdîtinên di astên bilind de bi berpirsên Ereb, Afrîkî û Ewropî re kirin.

Nûnera MSD'ê rêze hevdîtinan didomîne
Nûnera MSD'ê rêze hevdîtinan didomîne
Nûnera MSD'ê rêze hevdîtinan didomîne
Nûnera MSD'ê rêze hevdîtinan didomîne
Nûnera MSD'ê rêze hevdîtinan didomîne
25 îlon, 2025   22:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Washingtonê Sînem Mihemed diyar kir ku ew di gelek hevdîtin û çalakiyan de beşdar bû. Ji wan çalakiyan civîna "Tora Xalên Peywendiyê yên Jinan Aştî û Elwehiyê" bû. Civîn li ser asta wezarî ya Japonya û Norwîçê bû.

Di civînê de Sînem Mihemed bi hin kesayetên payebilind re civiya, wekî seroka Namabya Nitombo Nandi, berpirsa Wezareta Karên Derve ya Almanyayê û nûnerê neteweyî li Sûriyeyê Gier Pedersen beşdar bûn.

Sînem Mihemed her wiha bi wezîrê Karên Derve ya Siûdiyê Adil El Cibêr re civiya û li ser rûpela xwe ya X'ê diyar kir ku herdu aliyan teqezî da rûniştandina aştî û aramiyê û domandina diyalogê.

Sînem Mihemed diyar kir ku El Cibêr li geşedanên peymana 10'ê Adarê û danûstandinên Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê nêrî.

(mh)