ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-9-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-9-2024
26 îlon, 2024   02:00

Hiqûqnasan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di mijara mafê hêviyê de durûtiyê dike û Rêber Abdullah Ocalan ji mafên wî yên herî sereke bê par dihêle.

Rêber Abdullah Ocalan balê dikişîne eger Îsraîl dixwaze ji êsîrbûna sîstema bi destê xwe afirandiye rizgar bibe, divê karibe modernîteya kapîtalîst li pey xwe bihêle.  Rêber Abdullah Ocalan modernîteya demokratîk wekî çareseriya mayînde ya pirsgirêkên Rojhilata Navîn nîşan dide.

Şêniyên kantona Cizîrê hevkariya PDK'ê ya bi artêşa Tirk a dagirker re şermezar kir û destnîşan kir ku ew ê li hemberî wê bisekinin.

Herdu şehîd Rûken Zelal û Sara Tolhildan di nameyên xwe yên berî çalakiya fedayî de wiha gotibûn: "Dijmin nikare li hemberî destkeftiyên ku me di bin rêbertiya Rêber Abdullah Ocalan û PKK'ê de bi dest xistine, li ber xwe bide. Ew êrişî me dikin, ji ber ku ew ji asta pêşketina me tirsiyane. Ew êrişan pêk tînin, ji ber ku ew encama şoreşa Rojava dizanin. Serkeftina têkoşîna azadiyê di şexsa gelê Kurd de dê bibe para tevahiya cîhanê."

Navenda Çand û Hunerê ya Amûdê perwerdeya şanoyê ji bo zarokan vekir.

Şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de êdî ji sînorên xwe derket û bû şerekî berfireh. Îsraîlê ev şer wekî "Tîrên Bakur" û "Şerê Sêyemîn ê Lubnanê" bi nav kir. Rojnamevan û analîzvan Tonî Polud diyar kir ku ji bo ku Hizbullah rola xwe ya berê vegerîne, pêwîstiya wê bi destkeftiyeke leşkerî ya mezin heye.

Bi diruşmaʹTêkoşîna me misogeriya şoreşa jinan û avakirina Sûriyeke demokratîk eʹ Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Helebê li hola Star Layt a taxa Şêxmeqsûdê konfernasa xwe ya 2ʹyemîn li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Parêzeran û Kombûna Jınan a Zenûbiya têkildarî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li pêş Meclisa Edaleta Civakî ya Tebqa daxuyaniyekê didin, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Minbicê ya Partiya Sûriya Pêşerojê li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr li ser diyardeya xwekuştin û sedemên wê panelekê li dar dixe, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Çandê ya kantona Tebqayê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Parka 4ʹê Nîsanê ya bajêr şevbuhêrkekê li dar dixe, saet 18:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)