Hemahengiya Zanîngehan: ji bo derengmayînê em lêborînê dixwazin

Hemahengiya Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku sibe encamên hevyazbariya tomarkirina li fakulte û beşên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdikevin.

Hemahengiya Zanîngehan: ji bo derengmayînê em lêborînê dixwazin
25 îlon, 2024   23:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemahengiya Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku divêyabû îro encamên hevyazbariya tomarkirinê li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketa.

Lê ji ber ku encamên hevyazbariyê bi dawî nebûn dê sibe encaman ragihîne.

Ji bo derengmayînê em lêborînê dixwazin

(fr)