45 meh e li ber NYʹyê çalakiya rûniştinê

Çalakiya rûniştinê ya ku li Cinêvê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, hatiye destpêkirin kete meha 45’an.

45 meh e li ber NYʹyê çalakiya rûniştinê
25 îlon, 2024   21:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji 25’ê Çileya 2021’ê ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cinêvê yê Swîsreyê hatibû destpêkirin, dewam dike. Di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye”,  her çarşemê li qada Natîons ku Ofîsa NY’ê lê ye çalakiya rûniştînê tê lidarxistin.

Di çalakiya vê hefteyê de careke din bal hat kişandin ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan ku ev 43 meh e agahî jê nayê wergirtin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê, li ser navê komîteya çalakiyê Ramazan Kizilkurt têkildarî tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan axivî.

Kizilkurt anî ziman ku bi êşkenceya tecrîdê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê domandin re dagirkeriya Kurdistanê û temamkirina qirkirina gelê Kurd tê xwestin.

Kizilkurt diyar kir ku li dijî dagirkerî û qirkirinê li çar parçeyên Kurdistanê bi taybet li Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşîna gerîla tê berdewamkirin û wiha got: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê di serî de li Zap, Avaşîn û Metînayê li her çar parçeyên Kurdistanê berxwedaneke destanî dimeşîne.”

Kizilkurt berxwedana gerîla silav kir û destnîşan kir ku ew ê weke Kurdistaniyên li Ewropayê heta pêkanîna azadiya Abdullah Ocalan û bidawîkirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê li qadan bin.