ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26 – 11 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26 – 11 – 2024
26 mijdar, 2024   02:00

Rêber Abdullah Ocalan ku di bin sîstema îşkence û qirkirinê ya Îmraliyê de dahurandina pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî, zanistî kirin û rêya çareseriyê nîşan da, jiyana xwe wekî “3 zayînan” dinirxîne û dibêje, “Wekî sazûmanî parçeyekî bingehîn ê hebûna min, hişmendî û azadiya Kurd e”.

"Mafê xweparastinê, heta ku di her astê û her demê de beralîkirineke neheq li ser nirxên jiyanî hebe, şert û merc çi dibin bila bibin, ji bo parastina hebûnê û mîsogerkirina azadiya wê, çalakiyeke pîroz e."

Welatiyên ji Dêrikê bang li her kesî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan û dengê xwe bilindtir bikin.

Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê Semîra Hebeş bal kişand ser pêngav û xebatên meclisê yên ji bo tunekirina tundiya li ser jinan û guhertina hişmendiya li dijî jinan.

Koma Kevneşopî ya Reqayê ku stranên gelêrî zindî dike, piştî rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê, dîsa xwe komî ser hev kir. Niha ji bo zindîkirina stranên gelêrî û pêşxistina behreyên hunerî, di bin sîwana Navenda Çandê de xebatên xwe didomîne.

Xelkê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSDˋê şehîd Remedan Elî El Salim (Heqî Til Temir) li goristana şehîdên Til Temirê vedişêre. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê der barê tundiya dagirkeriyê li ser jin û zarokan li pêş avahiya xwe ya li taxa Hilaliyê yê Qamişlo daxuyaniyekê dide. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Efrîn û Şehba li Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a gundê Til Qerah sersaxiyê didin malbatên şervanê HREˋyê şehîd Polat Efrîn û welatiyê bi navê Mihemed Hec Mehmûd. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa kantona Efrîn û Şehba der barê êrişên dewleta Tirk a dagirkerl i ser kantonê li kampa Serdemê daxuyaniyekê dide. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêxistina Reqa ya Partiya Yekitiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê (P.Y.D.K.S) li ser navê "Şerê Xeza û bandorên wê li ser herêmê" li hola civînan a MSDˋê ya Reqayê panelekê li dar dixe. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi hevkariya "Saziya Hebat Lolo" bi sernavê "Mafên jiyanê di azadiya jinan de ye" atolyeyekê li navenda Meclisa taxa Eşrefiyê ya Helebê li dar dixe. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

"Koma Xebata Neteweyî" bi sernavê "balkişandina ser rewşa siyasî ya Sûriyeyê" li navenda çandê ya Reqayê semînerekê dide. Endamê MSDˋê Hesen Mihemed Elî semînerê bi rê ve dibe. (13:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li bajarê Amûdê bi boneya damezrandina PKKˋê meşeke meşaleyî û şahiyekê li dar dixe. Meş ji Qada Şehîd Cîhad dest pê dike û li navenda ciwanan bi dawî dibe. (17:00) BI WÊNE Û DÎMEN