Îsraîlê deriyekî nêzî Qisêr ê Humsê bombebaran kir

Balafirên Îsraîlê deriyekî nêzî bajarê Qisêr ê Humsê û 6 pirsên bi ser sînorê Sûriye -Lubnanê ve bombebaran kirin.

Îsraîlê deriyekî nêzî Qisêr ê Humsê bombebaran kir
25 mijdar, 2024   22:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku balafirên Îsraîlê gundewarê Qisêr ê nêzî sînorê Sûriye-Lubnanê, pirên li ser çemê Asî (Def, Cobaniye, Hoz, Hidor, Metrebe û hoş) deriyê Cosiye yê bi ser sînorê Lubnanê ve bombebaran kirin.

SOHRˋê aşkera kir ku ji destpêka îsal ve Îsraîlê 128 êrişên hewayî û 26 êrişên bejahî li dijî xaka Sûriyeyê pêk anîne, di wan êrişan de nêzî 280 armanc di nava depoyên çekan, cebilxane, baregeh, navend û alav hatine wêrankirin.

Her wiha SOHRˋê xuya kir ku di encama wan êrişan de 408 leşkerî hatin kuştin û 268 jî birîndar bûne.

(fr)