ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-10-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-10-2023
26 cotmeh, 2023   02:00

Endamên rêveberiya Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, destnîşan kirin ku heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, çalakiyên wan berdewam in. Di heman demê de berdewamkirina tecrîdê şermezar kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên Dêrazorê encamnameya kongreya xurtkirina ewlehiyê û îstiqrarê ber bi pêşketin û sepandina hevbeşiyê li Dêrazorê bi erênî nirxand û gotin divê encamname li gor dema ji bo wê di kongreyê de hatiye diyarkirin bilez pêk werin. Rûspiyan piştgiriya xebatên sepandina ewlehiyê bi hevkariya QSD`ê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şehîd Muaz dema ku hevalên wî li eniyên şer bûn, mayîna di mal de qebûl nekir. Xwedî kesayetek şoreşgerî ya vekirî bû, ji zanistê û doza azadiyê hez dikir û amade bû fedakariya bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevî hedefgirtina domar ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve, lê cotkarên gundên li eniyên şer, bi axa xwe û hilberînên xwe ve girêdayî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komeke hunermendên Kurd ên li Ewropayê 1`emîn Mîhrîcana Hunera Şêwekariyê ya Efrînê li bajarê Essen ê Almanyayê bi beşdariya zêdetirî 150 şêwekarên ji seranserî cîhanê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şerê di navbera tevgera Hemas û Îsraîlê de derbeyeke giran li lihevkirinên Îbrahîmî xist, nexasim ji ber ku pêvajoya nêzîkbûnê di nav gel û çandan de nehat rûniştandin. Di encamê de ev lihevkirin ketin rewşeke sar û lewaziya helwestên dewletên ku bi Îsraîlê re lihevkirin pêk anîne xuya kir, gelo çareya herî baş a vî şerî çi ye?

Şaredariya Gel a Dêrikê ji bo nîqaşkirina projeyên aboriyê yên sala 2024`an li navenda Çand û Hunerê ya Dicle ya Dêrikê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Qamişloyê cenazeyê şehîd Remziye Altug a ku di teqîna seyareya xwe de li Qamişloyê 22`yê Comtehê şehîd bûye, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê û Meclisa Werzîşê ya Reqayê li stada beledî ya bajêr, karnevala dawîn a pêşbirgên dibistanan li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Sirînê ya kantona Kobanê bi meşekê tevlêbûna xwe ya ji bo pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, radigihînin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)