Rûspiyên Dêrazorê: Encamnameya kongreya xurtkirina ewlehiyê û îstiqrarê erênî ne

Rûspiyên Dêrazorê encamnameya kongreya xurtkirina ewlehiyê û îstiqrarê ber bi pêşketin û sepandina hevbeşiyê li Dêrazorê bi erênî nirxand û gotin divê encamname li gor dema ji bo wê di kongreyê de hatiye diyarkirin bilez pêk werin. Rûspiyan piştgiriya xebatên sepandina ewlehiyê bi hevkariya QSD`ê kir.

Rûspiyên Dêrazorê: Encamnameya kongreya xurtkirina ewlehiyê û îstiqrarê erênî ne
26 cotmeh, 2023   03:46
DÊRAZOR
ELÎ EREB

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Sivîl a Dêrazorê 22`yê Cotmehê, kongreyek li dar xist ji bo ku daxwazên xelkê Dêrazorê bînin cih. Di kongreyê de gelek rewşenbîr, rûspiyên êl û qebîle û qanûnzanên Dêrazorê hazir bûn.

Girêdayî girîngiya kongreyê û encamnameya wê rûspiyên êlên Dêrazorê ji ajansa me re axivîn. Rûspiyê herêma Ezbe ya bakurê Dêrazorê Rida El Elî got: "Kongre, serkeftî û avaker bû. Armanca wê pêkanîna hevbeşiyê bû. Di wê kongreyê de, plan û komployên li dijî herêmên ku dixwazin fitneyê di nava êlan de çêkin, hatin nirxandin."

El Elî wiha domand: "Li hember wan komployan, ji bo avakirina civakeke demokratîk li ser bingeha jiyana hevbeş û biratiya gelan plansazî hatin danîn. Kongre bi armanca pêşxistina rewşa xizmetguzarî û aborî, her wiha çalakirina hevbeşiya rastîn û xurtkirina hêzên ewlehiyê û leşkerî bû."

El Elî encamnameya kongreyê bi baş û avaker navand û got: "Em hêvî dikin ku ev encamname bilez di tevahî sektorên xizmetguzarî, çandinî, tenduristî û ewlehiyê de bikevin piratîkê. Li rex wê taybetmendiya jinan û ciwanan û çalakkirina rola wan di civakê de werin parastin."

Rûspiyê êla herêma El Wista ya Dêrazorê Mihemed El Şêx jî got: "Kongre, serkeftî bû û ji bo bicihanîna daxwazên gel, nîqaşkirina zehmetiyan û pirsgirêkên ku derdikevin, hate lidarxist."

El Şêx bang kir ku encamnameya kongreyê bikevin piratîkê ji bo ku rewşa xizmetguzarî, aborî û ewlehiyê pêş bikevin. Her wiha destnîşan kir ku ji bo piştgiriya ewlehiya herêmê, divê sazûmaniya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bê guhertin. El Şêx bang kir ku meclisa qanûnsaz bilez were çalakkirin.

Her wiha El Şêx diyar kir ku ji bo xelkê Dêrazorê, kongre gelek girîng bû û gaveke serkeftî bû û wiha domand: "Encamnameya wê ji bo berjewendiya xelkê Dêrazorê ye. Em hêvî dikin ku ew bikevin piratîkê. Yek ji daxwazên me ya herî girîng, piştgiriya ewlehiyê û îstiqrarê li herêmê ye. Em piştgiriya hêzên xwe QSD`ê dikin. Bi hev re kar bikin û piştgiriya ewlehiyê û îstiqrarê bikin."

EM RÛSPIYÊN DÊRAZORÊ PIŞTGIRIYA ENCANAMEYA KONGREYÊ DIKIN

Rûrpiyê êla El Basîra Turkî El Zahir jî destnîşan kir ku encamnameya kongreyê ji xelkê Dêrazorê re diyar in, encamnameya wê xizmeta berjewendiyên wan dike û ev li gotinên xwe zêde kir: "Yek ji bendên encamnameyê ya herî girîng, ji nû ve sazûmankirina Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ye. Em rûspiyên Dêrazorê piştgiriya encamnameyê kongreyê dikin û hêvî dikin ku bi temamî bikeve piratîkê."

Her wiha El Zahir diyar kir ku rûspî û xelkê Dêrazorê piştgiriya guhertinê, çalakkirina meclisa qanûnsaz û çavdêriyê dikin ji bo ku sazî û komîteyên girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê erkên xwe bi rêk û pêk bînin cih.

Ji bendên herî girîng ên encamnameya kongreyê; ji nû ve sazûmankirina meclisên herêmî, qanûnsaz, rêveberî, şaredarî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ye. Divê ev guhertin herî zêde di 6 mehan de pêk were.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya lidarxisitna kongreyê, civîn bi xelkê Dêrazorê re li dar xist, bi armanca pêşxistina Rêveberiya Xweser a Dêrazorê û xurtkirina ewlehiya herêmê li nêrînên wan guhdar kirin.

(şx)

ANHA